Li Girê Spî Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

Li dibistana Ehmed Yasîn a seretayî ya bajarê Girê Spî, ji bo Cejna Zimanê Kurdî şahiyek li dar xist.

Li Girê Spî Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
Li Girê Spî Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
Li Girê Spî Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
Li Girê Spî Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
Li Girê Spî Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
Li Girê Spî Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
9 gulan, 2018   13:22

GIRÊ SPÎ

Di şahiyê de mamosteyên dibistanê, Hevserokê herêma Firatê Hemdan El-Ebid û bi dehan endamên saziyên sivîl ên Kantonê amade bûn.  

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre midûrê dibistana Ehmed Yasîn, Newres Behir axivî, bal kişand ser rewşa perwerdeyê û rola mamosteyan di avakirina nifşên pêşerojê de.

Piştre mamoste Bediye axivî û Cejna Zimanê Kurdî li mamosteyên Girê Spî pîroz kir. 

Di dawiyê de şagirtan hunerên stran, dîlan û şanoyê pêşkêş kirin. Beşdaran jî dîlan gerandin. 

(mm)

ANHA