Yekem kargeha bûzê hate vekirin

Li navçeya Ên Îsa ya kantona Girê SPî yekem kargeha çêkirina bûzê hate vekirin.

Yekem kargeha bûzê hate vekirin
Yekem kargeha bûzê hate vekirin
Yekem kargeha bûzê hate vekirin
Yekem kargeha bûzê hate vekirin
9 gulan, 2018   12:02

EHMED EL-KEMYAN/GIRÊ SPÎ

Kargeha Bûzê li bakurê Navçeya Ên Îsa hatiya vekirin. Ev yekem kargeha bûzê li herêmê tê vekirin, lewma wê bandora wê ya erênî li tevahî herêmê hebe. Bi taybet ji ber derdora 13 hezar koçber li kampa Ên Îsa jiyan dikin. Dê hemû welatiyên herêmê jê sûd werbigirin.

Peydakirina ava qerisî ji şêniyên Ên Îsa û gundên wê re di demsala havînê de pir zehmet bû. lê bi vekirina kargeha bûzê re wê ava qerisî were peydakirin.

Her parçeyek bûz ku di kargehê de tê çêkirin bi 400 lîreyên Sûriyê tê firotin, lê beriya niha her parçeyek ku ji kargehên derveyî herêmê dihatin bi hezar lîreyên Sûriyê dihate firotin.

Rojane dê kargeh hezar parçeyê bûzê amade bike û di beradeyan de were parstin.

(dc)

ANHA