Di topbarana li Şamê de 2 kes mirin, 14 birîndar bûn

Di encama topa hewan ya li Birca Şamê û Meysat ketin de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 14 kes birîndar bûne.

Di topbarana li Şamê de 2 kes mirin, 14 birîndar bûn
9 gulan, 2018   11:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA ya rêjîma Sûriyê li ser zimanê fermandariya polîsên  paytext Şamê got ku teroirstan topên hewanê avêtin Burca Şamê û Meydana Meysat ên paytextê.

Burca Şamê ya bazirganiyê sûkeka sereke ya mobaylaye, li derdora wê gelek dikanên firotina mobaylan heye. Herdû herêmên top li wan ketin cihên pir qelebalix in.

Li gorî çavkaniyan 2 kes mirin û 14 kes birîndar bûn. di wêneyên hatin belavkirin de wêraniya di dikanan û hejmarak tirmpêlan de diyar dibe.

(dc)