Kon hatin xwarê koçber li çolê man

Ji ber barîna zêde ya baranê 76 kon di kampa Sedê de hatin xwarê, her wiha hejmarek kon di bin avê de man. Welatiyên koçber rêxistinên alîkariyan rexne kirin.

Kon hatin xwarê koçber li çolê man
Kon hatin xwarê koçber li çolê man
Kon hatin xwarê koçber li çolê man
Kon hatin xwarê koçber li çolê man
Kon hatin xwarê koçber li çolê man
Kon hatin xwarê koçber li çolê man
9 gulan, 2018   11:15

ŞEVÎN HESEN-NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Di herdû rojên dawî de baraneke dijwar li kantona Hesekê bariya. Di encamê de lehî li piraniya bajar û navçeyên katnonê çêbûn. Ji ber baranê para herî zêde ya koçberên di kampa Sedê ya navçeya Erîşa de jiyan dikin bû. Di kampê de bi dehan kon hatin xwarê.

Di kampê de 76 kon ketin û konên din jî av derbasî wan bû. Di encamê de zirareke mezin bi malbatan re çêbû. Ajansa me derbarê bûyerî de nerîna hin welatiyên koçber girt. Koçberan saziyên navdewletî yên alîkariyan rexne kirin û gotin ku alîkariya wan pir besîte.

Koçberê bi navê Ziyad Tariq El-Hesen ê ji Dêrazorê derbarê mijarê de wiha got: "Hejmarek mezin a konan ji ber barîna baranê hatin xwarê. Gelek malbat li çolê man. Ev ji ber xemsariya rêxistinên navdewletî pêk hatiye. Rêveberiya Kampê li gorî derfet û imkanên di destê xwe de alîkariya koçberan dike. Lewma divê rêxistinên mirovî alîkariya koçberan bikin û erka xwe pêk bîn in."

Endamê Rêveber ê Kampa Sedê Zehir Xerbî jî derbarê mijarê got ku baran gelek bariyaye û vê yekê rewşa koçberan zehmet kiriye.

Xerbî bang li hemû rêxistinan kir ku alîkariya koçberan bikin.

(dc)

ANHA