'Vekişîna DYA ji itîfaqa nuklerî xeterke mezin e'
Rojnameyên Birîtanî derbarê vekişîna DYA ji itîfaqa nuklerî ya Îranê nirxandin û nûçe weşandin û destnîşan kirin ku vekişîna Amarîka xeteriyek mezin e. Rojnameyan dane zanîn ku ihtîmal heye ku çekdarên Şîa li Îraqê êrîşî hêzên DYA yên li Îraqê bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
Biryara Serokê DYA ya ji itîfaqa nuklrî ya Îranê bala rojnameyên Birîtanî yên vê sibê derketin kişand.
Di vê çarçoveyê de rojnameya Times diyar kir ku biryara vekişîna DYA ji itîfaqa nuklerî ya Îranê metirsîneke mezin e û destnîşan tu rê li ber Ewropa nîne ji bilî ku li dijî metirsîna derkeve.
Rojnameyê her wiha destnîşan kir ku biryara vekişînê ne nişkave bû û destnîşan kir ku tê rê li ber Îranê nîne ji derveyî ku vegere ser maseya danûstendinên derbarê Itîfaqê û wiha dom kir: "Di dema Itîfaqê de Îranê hêviyên xwe pêk tanî. Dema embargo li ser Îranê hebû milyonek bermîl nefta xam derdixist, lê îro ew 2,5 milyon bermîl neft rojane derdixe. Niha çavên her kesî li Ewropa ya ku bi mehan hewl da ku Tramp ji biryara xwe vegere û ji itîfaqa nuklerî venekşe."
Derbarê heman mijarê de David Osborne analîzek ji rojnameyekê re nivîsand û got ku dema DAIŞ'ê piraniya xaka Îraê bi dest xistibû di sala 2014'an de Îran lez da zae ku bi hezaran çekdarên şîaa ji bo şerê wan bi çek bike û wiha dom kir: "Heger itîfaqa nuklerî ya Îranê piştî vekişîna Amarîka têk çû, dibe ku Îranê çekdarên Şîaa erkdar bike êrîşî hêzên Amarîkî bike.
David Osborne di nivîsa xwe de her wiha da zanîn ku wê Îran hewl nede ku rê li ber Hizib El-Ah hevkarê wê li Lubanê negire ku êrîşî Îsraîlê bike.
Rojnameya The Guardian jî derbarê mijarê nivîsa For Patrick Wintour bi sernavê "Gelo wê YE beşek ji vekişîna DYA de ye yan na? "avêt. Rojanemeyê di nivîsê de gotin ku fermandarên Ewropî hewl didin ku itîfaqa nuklerî ya Îranê biparêzin.
(dc)