Di rojnameyên erebî de rojevên sereke

Rojnameyên erebaî di rûpelên xwe yên îro de gotin ku Rêjîma Sûriyê ber bi girtina tevî paytexta Sûriyê Şamê û derdora wê ve diçe, her wiha Hêzên QSD'ê li gundewarên Dêrazorê pêş ve diçe û çeteyên Tirkiyê şerê hev dikin. Li ser vekişîna Amarîka ji itîfaqa nuklerî ya Îranê de jî nivîs û nirxandin hatin kirin. Hilbijartinên Tirkiyê jî wekî mijareke sereke derkete pêş û êrşên Erdogan ên li dijî muxalifan hate destnîşankirin.

Di rojnameyên erebî de rojevên sereke
9 gulan, 2018   08:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rûpelên xwe yên îro de bal kişandin ser gelek mijarên girîng. Rewşa Sûriyê di rêza yekem a piraniya rojnameyan de bû, her wiha dosya nuklerî ya Îranê û vekişandina Amarîka ji itîfaqê, di heman demê de hilbijartinên ku li Lubanan hatin lidarxistin, hilbijartinên Îraq û Tirkiyê ku dê werin lidarxistin jî bi nivîs û nirxandinên cûrbecûr hatin rojevkirin.

Hêzên QSD'ê li Dêrazorê pêş ve diçe

Derarbê rewşa Sûriyê de rojnameyan bal kişandin ser hemleya Bagera Cizîrê. Di vê çarçoveyê de rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "QSD'ê bi piştgiriya Amarîka li gundewarên Dêrazorê pêş ve diçe" avêt. Rojnameyê got ku hêzên QSD'ê ku ji kurd û ereban hatiye avakirin, bi piştgiriya Amarîka li Dêrazorê pêş ve diçe û wiha dom kir: "Di dema hemleye careke din hate domandin, hate gotin ku Amarîka piştgiriyeke mezin daye QSD'ê, Hêzên QSD'ê derdora bajarê Hejîn a rojhilatî Dêrazorê ji çeteyan rizgar kirine. Pêşketina QSD'ê bi piştigriya balafirên şer ên koalîsyonê pêk tê."

Amarîka piştgiriya opozisyonê zêde dike

Rojnemaya El-Heyat derbarê Sûriyê de sernavê "Amarîka hêza xwe li Sûriyê fireh dike û bernameya piştgiriya opozisyonê mezin dike" avêt. Rojnameyê derbarê mijarê de got ku DYA hêza li Sûriyayê di riya firehkirina bernameya xwe ya piştgiriya hêzên opozisyonê fireh dike. Ev yek di dema ku careke din bernameya kîmywaî ya Sûriyê ketiye rojeva Konseya Ewlekariyê de pêk hatiye. "

Rojanameya El-Qudis El-Erebî jî sernavê "Rêjîma Sûriyê amadekariya dike ku başûrê Şamê herêmeke ji çeteyan valeye ragihîne, dike" avêt. Rojanameyê got ku hêzên rêjîmê nêzîkî paqijkirina derdora Şamê bûye û destnîşan kir ku ev bi hevkariya Rûsiya pêk hatiye"

Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê de sernavê "Helîkoptera 7'an a Rûsiya li Sûriyê hate xwarê" avêt. Rojnameyê got ku xisarên Rûsiya li Sûriyê di aliyê helîkopteran de zêde bû ye û da zanîn ku ji destpêka aloziya Sûriyê û heta niha 7 hilîkopetên wan hatine xwarê.

Çeteyên Tirkiyê şerê hev dikin

Li ser nakokiyên di navbera çeteyên girêdayî dewleta Tirk de jî rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Gundên Helebê dikele: Çekdarên Artêşa Azad şerê hev dikin" avêt. Rojanameyê got ku çekdarên Artêşa Azad ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digrin şerê hev dikin û herêmên şerê wan li gundên Helebê fireh dibe û wiha dom kir: "Çavkaniyên herêmî ji El-Qudis El-Erebî re gotin ku Artêşa Tirk mudaxele nake da ku şerê di navbera komên çekdar ên girdayî wê bisekinîn e."

Hilbijartinên Lubnanê

Li ser hilbijartinên Lubnanê û bandora wê rojnameya El-Heyat sernavê "Ewin danûstinana derbarê tayîfiyetê û stratejiya parstinê avêt" Rojnamya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê de de sernavê "Ewn doza danûstendinan da ku teyîfiyetê pêk bîne, dike" avêt, her wiha rojaneya El-Erbeî li ser heman mijarê sernavê "Encamên hilbijaritnên Lubanê bahozê li stratejiya parastinê ya Îranê dixe" avêt.

Rojanemeyê derbarê mijarê de got ku çavêdêr dibêjin ku serkeftina Hizib El-Ah û hevkarên wê bi piraniya hejmara perlemanteran de dibe ku aloziyê di hin mijaran û dosyayên gerim de zêde bike û wiha dom kir: "Ji wan jî stratejiya parstinê ku Serokê Lubanê Mîşal Ewin adara derbasbûyî soza wê da pêk bîne."

Hilbijartinên Îraqê

Li ser rewşa Îraqê û hilbijartinên ku tê payîn di nava çend rojan de werin li darxistin jî rojnameya El-Heyat sernavê "Çavê partiyên Îraqê li wezaretên leşkerî û derveye" avêt.Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî derbarê mijarê de sernavê "Hilbijartinên Îraqê: Zêdeyî milyonek dolar buhayê her kusiyekê ye, rola malbatên girtiyan û metirsîna sextekariyê" avêt.  Rojnameya El-Ereb  jî sernavê "Hlibijartinên Îraqê: Piraniya siyasî bi demokrasiya lihevkirinê re di nava pêşbirkê de ye" avêt.

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "guman derbarê sextekariya hilbijartinên Îraqê de" her wiha "Barzanî roja 30'ê îlonê ji bo hilbijartinên Kurdistanê diyar kir" rojnameyê got ku beriya rojekê ji dengdayîna ku dê sibe pêk were gelek metirsîn hene ku sextekarî di hilbijartinan pêk were û her wiha hin koman gefa ku ecnamên hilbijartinan qebûl nekin pêk hat.

Di rewşa Yemenê de jî rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Rewşa meydanî herêmê li Hûtiîn teng dike" avêt.

Dosya nuklerî ya Îranê

Derbarê dosya nuklerî ya Îranê û vekişîna Amarîka jî rojnameya El-Heyat sernavê "Turmp ji itîfaqa nuklerî ya Îranê vekişiya" avêt, rojnameyê her wiha sernavê "Tehran li dijî cezayên Amarîka natirse " avêt. Rojanemeya El-Ereb jî derbarê mijarê sernavê "Erebistana Siûdiyê, Îrmarat û Behrên piştgiriya vekişîna Trmp ji itîfaqa nuklerî ya Îranê kirin" avêt.

Rojnameya El-Qudis El-erebî jî derbarê mijarê de sernavê "Trmpa ji itîfaqa nuklerî vekişiya… Rohanî bi domandina bikaranînê liba dike, Nitenyaho amadekariyan dike" avêt.

Hilbijartinên Tirkiyê

Hilbijartinên Tirkiyê jî wekî mijareke serke di çapemeniya ereban de derkete pêş. Rojanemeya El-Heyat derbarê mijarê de sernavê "Erdogan piraniya perlemanteran dixwaze da ku sîstema serokomariyê aktîf bike" avêt. Rojnameya El-Ereb derbarê mijarê de sernavê "Erdogan yekem dengê metirsîna ji hilbijartinan, davêje" avêt. Rojanemeyê derabrê mijarê de got ku serokkomarê Tirkiyê Erdogan di hemleya xwe ya hilbijartinê de êrîşî opozisyonê dike û wiha dom kir: "Di tevgera Erdogan de tirkan derbarê pêşeroja welat hişyar dike, her wiha bandora wê li ser aramî û aboriya Tirkiyê. Wiha diaxive wekî ew tekane namzet e, bi vê yekê dixwaze hêzên opozisyonê serûbin bike."

Li ser rewşa Filistînê jî rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Hemas amadekariya derketina herî mezin a welatiyan ser sînor dike.. Îsratîl jî seferberiyê radighîne" avêt. Rojnameyê got ku hin komên din ên Filistînê jî piştgiriya gava Hemasê ku di çarçoveya "Meşva Vegera mezin de" ku di adara derbasbûyî de hate lidarxistin dikin û wiha dom kir: "Di çalakiyên filistiyan de heta niha zêdeyî 45 welatiyên filistînê hatine kuştin, her wiha zêdeyî 5 hezaran birîndar bûne."

(dc)