Havîn nêzîk dibe, halê koçberan zor dibe!

Êş û zehmetiyên jiyanê ya koçberên di kampa Holê de dimîn in bi nêzîkbûna demsala havînê re zêde dibe. Bi taybet ji ber ku rêxistinên navdewletî erka xwe ya pêşkêşkirina alîkariyan bi cih nayîn in.

Havîn nêzîk dibe, halê koçberan zor dibe!
Havîn nêzîk dibe, halê koçberan zor dibe!
Havîn nêzîk dibe, halê koçberan zor dibe!
Havîn nêzîk dibe, halê koçberan zor dibe!
Havîn nêzîk dibe, halê koçberan zor dibe!
Havîn nêzîk dibe, halê koçberan zor dibe!
9 gulan, 2018   05:37

ALVA OSO-ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Di kampa Holê ya li bakur-rojhilatê Hesekê bi qasî 4 hezar û 188 malbatên koçber ên ji Îraqê û hejmarek welatiyên Sûriyê yên ji ber zulima çeteyên DAIŞ'ê koçber bûne, jiyan dikin.

Di dema ku demsala havînê nêzîk dibe, zor û zehmetiyên koçberan zêde dibe. Bi taybet ji ber rewşa hewayê ya Holê bi çola xwe ya gerim û toza xwe ya zêde tê naskirin.

Koçberên di kampa Holê de jiyan dikin, di rewşeke zehmet de û bê derfetiyan de jiyan dikin. Rewşa hewayê gerim dibe, ceyran nîne, alavên pêwîst ên jiyanî nayên peydakirin, di heman demê de xwarin û tiştên din jî nayên peydakirin. Bê derfetiyan erka Rêveberiya Kampê zehmet kiriye.

Ajansa me rewşa koçberên di kampa Holê de jiyan dikin şopand, rêxistinên alîkîkariyan ên mirovî tu alîkariyan ji koçberan re pêşkêş nakin. Koçberê bi navê Hesen Raşid rêxistin rexne kirin û ji wan xwest ku erka xwe pêk bînin û alîkariya koçberan bike.

Raşid di derbarê rewşa koçberan de got ku di havîna derbasbûyî de welatiyên di kampê de gtelek zehmetî jiyan kirin û ev tişt anî ziman: "Hewa pir gerim bû, lewma welatiyên koçber pir zehmetî kişandin. Bi taybet germa bandorê li zarokên biçûk û yên li ser şîr dike. Hejmarek zarok di havîna derbasbûyî de ji germa jiyana xwe ji dest dan."

Raşid di berdewama axaftina xwe de ji saziyên alîkariyan daxwaz kir ku erka xwe pêk bînin da ku êşa koçberan havîna derbasbûyî kişandin îsal jî jiyan nekin.

Rêveberiya Kampê jî destnîşan kir ku wan ji hin rêxistinên alîkariyan daxwaz kirine ku centoran ji bo ceyranê ji wan re pêşkêş bikin, her wiha parkan di kampê de ava bikin lê rêxistinan bersiva wan ne da. Derbarê mijarê Endama Rêveberiya Kampa Holê Silava Şêxo ev tişt anî ziman: "Di kampa Holê de bi hezaran welatî jiyan dikin. Hemû ji ber şer reviyane. Em Rêvberiya kampê bi hemû hêza xwe kar kir da ku alîkariya welatiyên koçber kir.Em xizmetên sereke wekî nan û konan pêşkêş kirin."

Silava saziyên mirovî yên erka xwe pêk nayîn in rexne kir û ev tişt anî ziman: "JI beriya 2 mehan ve me ji rêxistinan re pêşkêş kir ku parkekê di kampê de ji bo zarokan saz bikin. Lê van rêxistinan heta niha bersiva me ne dane."

Endama Rêveber ê kampêa Holê Silava Şêxo di dawiya axaftina xwe de jî ev tişt anî ziman: "Em ê bi hemû hêza xwe kar bikin da ku êşa welatiyên koçber ji zehmetiyê xilas bikin."

(dc)

ANHA