Filmê ′Ailan Kurdî′ bû sêyemîn

Filmê "Ailan" ango Alanê Kurdî li Festîvaleke Filman a navnetewî ya li Îranê pêk hat de bû sêyemîn û xelata yek ji filmê herî baş girt.

Filmê ′Ailan Kurdî′ bû sêyemîn
8 gulan, 2018   12:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Derhêner Cibraîl Ebûbekir têkildarî filmê Ailan wiha dibêje, "Care yekemîne ku derhênereke Kurd ji Başûrê Kurdistanê li Îranê xelatek bi vî rengî digire."

Cibraîl diyar kir ku filmên ji 92 welatan li festîvalê de hatine nîşandan û ji vana 45 film jî beşdarî pêşbaziyê bûne.

Cibraîl anî ziman ku çîroka filmê wî li ser Alanê Kurdiye ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê û şerê navxweyî yê li Sûrî û Rojavayê Kurdistanê berê xwe dabûn Tirkiyê da ku derbasê welatên Ewropa bibin. Lê, beriya ku bigihije Ewropa ber pêlên Behra Spî ket û xeniqî ye.

Derhênerê filmê ‘Ailan’ Alanê Kurdî Cibraîl Ebûbekir, mûzîka film Omêd Roj e û Alan Rojbeyanî jî karê Grafîk û dîzayna film kiriye.

Cibraîl Ebûbekir Rehman sala 1983`an li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye û di sala 2001`an de dest bi karê sînema kiriye. Nêzî 40 kurte filman û 13 filmên dirêj de alîkariya kameranan kiriye. Ji sala 2010`an ve jî derhêneriya filmên sînemayî dike.