Hevseroka Şaredariya Til Ehmed û bavê wê jiyana xwe ji dest dan

Hevseroka Şaredariya Gel a bajaroka Til Ehmed a girêdayî herêma Qamişlo Henan El-Berho û bavê wê ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan.

Hevseroka Şaredariya Til Ehmed û bavê wê jiyana xwe ji dest dan
7 gulan, 2018   12:09

QAMIŞLO

Hevseroka Şaredariya Gel a Bajaroka Til Ehmed a girêdayî navçeya Til Hemîs a herêma Qamişlo Henan El-Berho (20) şevê din ji ber papora gazê ku şewat pêk hat, dişewiste. Bavê Henan Hesen(65)  jî dema dît ku Henan di metbexê de şewitiyê, di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest dide.

Malbatê, Henan rakirina nexweşxaneyê lê tevî hemû hewildanên bijîşkan Hena jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Henan û bavê wê li gundê El-Ekdîmat ê girêdayî bajaroka Til Ehmed a navçeya Til Hemîsê hatin definkirin.

Hêjaye bi bîr xistinê ku Henan El-Berho di pêngava duyemîn a hilbijartinên sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê weke Hevseroka Şaredariya Gel a bajaroka Til Ehmed hate hilbijartin.

(bx)

ANHA