Biçûke lê berhemekî mezin dide!

Bi derfetên herî kêm pirojeya çêkirina çêçikan mirîşkan vekir û bi berhemên wê debara malbata xwe pêk tîne. Dibêje ku dê di pêşerojê de pirojeya xwe pêş bixe.

Biçûke lê berhemekî mezin dide!
Biçûke lê berhemekî mezin dide!
Biçûke lê berhemekî mezin dide!
Biçûke lê berhemekî mezin dide!
Biçûke lê berhemekî mezin dide!
7 gulan, 2018   09:45

RÊNAS REMO-KADAR IBREHÎM /QAMIŞLO

Benî Denden El-Hemûd ji gundê Mizgeft a navçeya Tirbespiyê ye, ji bo debara malbata xwe bike, bi derfetên herî kêm alavek çêkirina çêçikên mirîşkan çêkir, her wiha mirîşgehek biçûk vekiriye. Bi berhemên wê jî debara jiyanî ya malbata xwe pêk tîn e.

Firehiya pirozeya El-Hemûd 250 metre. Di pirojeyê de Denden sendoqek ji textan bi dirêjbûna 2 metran û firehiya metroyekê çêkir. Du merûhe û germahî di riya ceyranê re dayî, da ku hêkan di wê de gerim bike û çêçik jê derkevin.

Carê 300 hêkan dixe sindoqê de, piştî 21 rojan çêçik ji hêkan derdikevin û wan dixe beşê yekem ê mirîşgehê, di wir de wan xwedî dike, beşa duyemîn jî dixe beşê din de û wiha. Çêçikên wî wiha li pey hev mezin dibin. El-Hemûd da zanîn ku rêbazên ji ya niha bikar tîne baştir heye.

El-Hemûd beriya 4 salan bi semyanê 200 hezar lîreyên Sûriyê dest bi karê xwe kir, destpêkê 11 mirîşk û 6 dîk xwedî dikirin, niha jî pirojeya xwe mezin kir û niha sê kes tê de dixebitin.

Di pirojeyê de niha derdora 100 mirîşkên hêkan dikin, her wiha 200 mirîşk û çêçikên firotinê jî hene.

El-Hemûd da zanîn ku niha ew kar dike ku pirojeya xwe fireh bike û hemû cûreyên mirîşkan xwedî bike. Ew jî mirîşkên ku pir kêm in xwedî bike, heqê her mirîşkê 20 hezar lîreyên Sûriyê ne, giraniya wê jî dighêje 10 kîloyan.

(dc)

ANHA