‘Divê tecrubeya jinên Rojava li Îran û tevahî cîhanê pêk were‘

Meryem Hikmet Şiwar diyar kir ku şoreşa Rojava, şoreşa jinê û jiyaneke azad afirand. Her wiha got ku ev şoreş li tevahî cîhanê bû mînak.

‘Divê tecrubeya jinên Rojava li Îran û tevahî cîhanê pêk were‘
7 gulan, 2018   06:03

SOZDAR CEMÎL / QAMIŞLO

Meryem Hikmet Şiwar bi eslê xwe ji Îranê ye û ji beriya 30 salan ve li Almanya jiyan dike. Meryem di nava şandeya Alman a ku ji bo şopandina tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û federaliyê, her wiha rewşa hatî Rojava de bû.

Meryem di rêxistinên karûbarên civakî yên têkildarî zarok û ciwanan dixebite û alîkariyê dide koçberên ji welatên cîhanê yên hatine Amlanyaye.

Meryem armanca xwe ya hatina Rojava ji ajansa me re û got, "Min li ser jinên Rojava û şoreşa li wir têne meşandin bihîst. Ji ber vê yekê ez hatim da ku şoreşa jin û jiyana hevbeş ku li vir tê jiyankirin ji nêz ve nas bikin."

Meryem Hikmet di berdewama axaftina xwe de şoreşa jin a Rojava wekî gaveke dîrokî bi nav kir û daxuyakirin ku jinan rêxistina xwe ava kirin, di her qadan de bi xwe xebatên xwe birêve dibe, jin xwedî biryar .

Meryem, anî ziman ku pêwîste tecrûbeya jin a li Rojava tê jiyîn li Îran û tevahî cîhanê re pêk anîn û destnîşan kir ku jinên li Îranê rastî her cure tundî û zorê tê.

Meryem Hikmet Şiwar di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku rêxistin û têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê û xelasbûna ji bendên hatine ferizkirin mezin bikin û şoreşa jinên Rojava ji xwe re bigirin.

(bb)

ANHA