Li Şirnexê artêşa Tirk hawan avêtin pez

Artêşa Tirk a dagirker li zozanên girêdayî bajarokê Findik yê Şirnexê hawan avêt pezê 2 şivanan. Di êrîşan de gelek pez telef bûn.

Li Şirnexê artêşa Tirk hawan avêtin pez
6 gulan, 2018   20:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker îro saet 14:00’an de bi hawanan êrîşî pezê Sadik Elkoca û Hakim Bayar kir ên ku li zozanên bajarokê Findik ê Şirnexê pezê xwe diçêrandin. Di êrîşê de gelek pez telef bûn.

Ji baregeha leşkerî ya Girê Qela Findik leşkerên Tirk hawan avêt pezê şivanan yê li herêma Medrep Zûre û Elî Hemame. Hawan di nava pez de teqiya. Di vê êrîşê de tiştek bi şivanan nehat.