LGB: Deniz şoreş in!

Fermandariya Rojava ya Yekîneyên Gerîlla yên Lenînîst (LGB) bi munasebeta salvegera şahadeta Deniz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan daxuyanî dan û soza xwe ji bo tekoşîna şoreşê ya ji wan girtîn bi serkeftinê bi tac bikin, nû kirin.

LGB: Deniz şoreş in!
6 gulan, 2018   05:02

NAVENDA NUÇEYAN 

Fermandariyê di daxuyaniyê de bal kişand ser sîstema Erdoganê Faşîst ya bi sîstema OHAL’ê nahêle gel bêhbistîne û  wiha got, “Em îro di pêvajoyek pir zehmet, li gel wê jî  pêvajoyeke ku derfetên mezin ji bo şoreşa me ya yekgirtinê dihilgire re derbaz dibin. Kesên ku stû ji tarîtiyên re netewandîn, şerê li hemberî vê tarîtiyê mezin dikin.”

Daxuyaniya Fermandariya LGB’ê ya Rojava wiha ye;

Em îro di pêvajoyek zehmet, li gel wê jî ev pêvajoya ji bo şoreşa me ya yekîtiyên derfetên mezin dihilgire. Li aliyekî tarîtî bi awayek diwar desthilatdariya xwe dide meşandin, li aliyê din jî kesên ku ji vê tarîtiyê re stû natewînin bi bedelên pir mezin tekoşînê berfireh dikin û li dijî tarîtiyê şer mezin dikin.

Wek ku berdevkên desthilatdariya faşîst jî gelek caran destnîşan dikin, desthilatdariya faşîst, “tekoşîna hebûn û nebûnê” dide û “Pirsgirêka bekayê” dijî. Li hemberî kedkar û gelê Kurd teroreke bêdezgîn dide meşandin. OHAL, pêkanînên ku her diçe civakê bê nefes dihêle, KHK, zagonên nû yên çewisandinê, fişara ekonomik, mirin, girtin, komkujî êdî bûne pêkanînên rutîn ên rojane desthilatdariya faşist a li ser gel dide meşandin. Windakirina desthilatdariyên ewqas ew tirsandine ku, her qelîşeka dikeve vana hêzên wan diparêzin wek dehdîda mirinê dibînin û çareyê jî bi tûndkirina fişar û komkujiyan dibînin.

 ‘Em ê meşaleyekî vêxin, dê rêya yên lı pey tên ronî bibe’

Li gel van hemû yan jî tirsa wan kêmnabe. Bixwazin kîjan qelîşekê bigirin, qelîştek dikeve cihek din a vê sîstema ku dîroka wê derbazbûyî. Li gel ku hemû amêrên xwe yên zilmê, bi hemû tundiyê dixin dewrê jî nikarin serhildana li çîyayan û dijderketina li bajaran bidin rawestandin. Şoreşa Yekgirtî pêşketina xwe berdewam dike.

Îro em di van şert û mercan de bi 6’ê Gulanek nû, di kesayeta Rêberên Şoreşa me Deniz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan de hemû şervanên şoreşê yên ketîn axê li bîr tînin.

Di ser îdamkirina Denizan de 46 sal derbaz bûn. Wan ji bo azadiya gelên tên çewisandin, kedkar û çîna karkeran û cîhanek ku ew bikarin têde wek mirov bijîn canê xwe dan û di vê rêyê de bêmirinbûn. Jiyana xwe bi gotinên “Emê meşaleyekî vêxin, dê rêya kesên pey me ronî bibe” feda kirin. Îro hîn jî li qadên çalakiyan, di hemû grev, di dilê her kedkar, kesên di vê sîstemê de tê çewisandin, her kesên fişarê dibine û tê çewisandin de jiyan dikin. Wateya ku bi jiyan û tekoşînê qezençkirîn, hebûna xwe di mejiyê gelê me berdewam dike.

Denizan, bi tekoşîna xwe ya li dijî zordariyê ya bi çalaktiya xwe ya dîrokî meşale pêxistin. Rêya şoreşa rizgarbûnê nîşanî gelê me kirin.

 ‘Deniz şoreş in’

Em wek şervanên partiya Denizan dizanin ku, rêhevalbûna wan îdayek mezin e! Rêhevalbûna Denizan tişta ku her kes dibêje nabe xwestine, tişta ku her kes dibêje nabe curetkirine. Deniz Şoreş in! Û ji ber vê bi dawî nabin,  nakevin, kevin nabin!

Dê roj bê ala xwe bi sêdarên xwe ve radestî proleterên ciwan bikin. Ew Îbrahîm in, Seyîd in, Necatî ne!

Carnan di meydanên bêdeng de, bi dengên xwe yên bi curet dibin Aydin, dibin Rasîm!

Roj dê bê di kolanan de bi cureta şerê wan dê bibin Yaşar, bibin Tarik!

Carnan kedek ji kur û bêdeng in, dibin emîn!

Roj dê bê bibin Murat ku di zîndanan de serî netewand, dê bibin Sîbel û Aysun bi çalakiyên mirinê wateyan dûbare dûbare hilberînin.

Û niha Deniz bûne Sînan ku bi heybeta xwe çiyayan dihesidînin û bi zanîna Taylan an mezin dibin!

Em wek Yekîneyên Gerîllayên Lenînîst ji vê pêvajoya pêşiya xwe re  bi pêkanîna erkên dikevin ser milên me û berpirsyariyên xwe bibin Deniz û bibin bersiv!

Em carek din li ber bîranîna rêberên mezin ên şoreşa me soz didin ku, emê vê sîstema ku jiyana gelê me kiriye kâbus birûxîn in!"