Mihemed Mûsa bê dengiya hikûmeta  Îraqê şermezar kir

Mihemed Mûsa bê dengiya hikûmeta  Îraqê şermezar kir
6 gulan, 2018   05:57

OLVA HECÎ MENSÛR / HESEKÊ

Sekreterê Partiya Çep a Sûriyê Mihemed Mûsa derbarê bê dengiya dewleta Îraqê ya li ser dagirkeriya dewlet Tirk ev tişt anî ziman: "Tiştekî şerme ku dewleta Tirk a dagirker xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike û hikûmeta navendî ya Îraqê û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bê deng in."

Mihemed Mûsa derabrê mijarê ji ajansa me (ANHA) re axivî û got ku dewleta Tirk sînorê dewleteke dinderbas kiriye û xaka wê dagir kiriye û wiha dom kir: "Bê dengiya hikûmeta navendî ya Îraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê û bombebarana gundê wê, her wiha qetilkirina şêniyên wê şermeke mezin e. "

Mûsa di berdewama axaftina xwe de jî got ku armanca dewleta Tirk a dagirker a sereke di êrîşa li ser Başûrê Kurdistanê şikandina îradeya gelê kurde û wiha dom kir: "Dixwaze tevlîheviyê di nava civaka wê de derbixe. Dixwaze civaka kurd ji hev belav bike. Bi behaneyên cûda êrîşan pêk tîn e. Bi van behaneyan jî bê dengiya hikûmeta Îraqê û civaka navdewletî derbarê binpêkirinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê bidest dixin."

Mûsa, her wiha diyar kir ku divê dewleta Tirk siyasetên xwe di ber çavan re derbas bike û wiha dom kir: "Divê dewleta Tirk baş bizane ku Îradeye gelê me bi êrîşên wan naşike. Gelê me fêrî berxwedanê û şerê ji parastina xwe bûye."

Sekreterê Partiya Çep a Sûriyê Mihemed Mûsa derbarê nêzîkbûna dema hilbijartinên Tirkiyê ku tê payîn di 24'ê hizêranê de werin lidarxistin wiha axivî: "Hilbijartinên pêşwext ên li Tirkiyê ji ber tirsa Erdogan ji encama siyasetên wî yên qirêj, her wiha êrîşa wî ya li ser Bakurê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê û dagirkirina beşek ji wan herêman nîşan dide. Her wiha aloziya mezin ku li tirkiyê tê jiyankirin û bi taybet li dijî muxalifan."

Mûsa di dawiya axaftina xwe de jî got ku Erdogan ji bo li ser têkçûna siyasetên xwe veşîre û ji rewşa awerte sûd bigire, her wiha di hilbijartinan de hîlebaziyan bike hilbijartinên pêşwext xist rojevê û ev tişt anî ziman: "Bi vê yekê wê hemû muxalifên xwe dûrî xwe bixe. Hilbijartinên wan ne rewan e."

(dc)

ANHA