Gundê Herêmê Şêxo yek ji mînakên jiyana Komînal e

"Bi xwe xizmeta xwe bike, li benda tu kesî nemîne" Şêniyên gundê Heremê Şêxo ya kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê van gotinan wekî diruşme di jiyana xwe de bikar tîn in. Welatî li ser esasê jiyana komînal pirsgirêkên xwe çareser dikin û pêdiviyên xwe pêk tîn in. Gundiyan di riya komînê re sindoqa gund saz kirine û di rewşên awerte de bikar tîn in.

Gundê Herêmê Şêxo yek ji mînakên jiyana Komînal e
Gundê Herêmê Şêxo yek ji mînakên jiyana Komînal e
Gundê Herêmê Şêxo yek ji mînakên jiyana Komînal e
Gundê Herêmê Şêxo yek ji mînakên jiyana Komînal e
Gundê Herêmê Şêxo yek ji mînakên jiyana Komînal e
6 gulan, 2018   04:33

EHMED SEMÎR-COMERD ŞÊXO / QAMIŞLO

Şêniyên gund bi rihê hevbeş û komînal jiyana xwe pêk tîn in û wekî malbatekê alîkariya hev dikin. Şêniyên gund şahî û şênî bi hev re parve dikin.

Şêniyên gund ji bo pêwîstiyên xwe yên jiyanî, wekî zebze, goşt, nan, berhemên şîr û herwek dikin naçin bajaran, lê belê ji berhemên zeviyên xwe û sewalên xwe hemû tiştî pêk tîn in. Nanê tenure çêdikin.

Şêniyên gundê Hermê Şêxo bi rihê hevbeş alîkariya hev dikin, ji beriya 15 salan sindoqa gund çêkirine û alîkariya malbatên xizan dikin, her wiha di rewşên awerte de wekî nexweşî, mirin û her wekî din de sindoq alîkariya malbatê dike.

Welatiyê bi navê Mihemed Elî Kûtê ku yek ji rûspiyên gund e rêveberiya sindoqê dike, her meh gundî serdana mala wî dikin û pereyan dixin sindoqê.

Di gund de derdora 40 malî heye, her malek mehane 500 lîreyên Sûriyê dide, mehane 20 hezar lîreyên Sûriyê dikeve sindoqê. Di heman demê de ciwanên gund ên koçberî derve kirine jî pereyan dişîn in û alîkariya sindoqê dikin.

Mihemed Elî Kûtê (80) derbarê mijarê de ji ajansa me (ANHA) re axivî û got ku şêniyên gund xwe birêxistin kirine û ev tişt anî ziman: "Gundê me ji beriya zêdeyî 100 salî ve hatiye avakirin. Heta niha jî irif û adetên me yên civakî parastîn e. Di şahî û sine de em bi hev re hevkar in. Gundî pêdiviyên xwe yên jiyanî li ser xwedîkirina sewalan û çandiniyê peyda dikin. Gundî nanê tenwrê amade dikin."

Kûtê, her wiha destnîşan kir ku berê gundiyan bi xwe alîkarî didan mala gund ku belak dihate serê wan û wiha dom kir: "Lê niha di dema eza gundî qurbaniyan ji malbata kesê mirî re tînin bin konê teziyê. Lê niha û ji ber rewşa herêm tê re derbas dibe. Her wiha ji bo her kesek cihê xwe di alîkariyê de bigre. Me sindoqa gund saz kir. Ev sindoq ev 15 sal in heye. Destpêkê her malekê 50 lîreyên Sûriyê dixistê, paşê bû sed û niha ji ber rewşa lîreya Sûriyê her malek 500 lîreyên Sûriyê dixin sindoqê."

Kûtê her wiha destnîşan kir ku sindoq a şêniyên gund tenê ye û ev tişt anî ziman: "Hin gundên nêzî me jî xwestin tevlî sindoqê bibin, lê me qebûl nekir, me ji wan re got ku ew sindoqên xwe çêbikin. Armanca me bi vê yekê ew e ku ew gund jî sîstama xwe ya komînal bi xwe ava bikin."

Gundê Heremê Şêxo dikeve 10 kîlometir rojavayê bajarê Qamişlo ye.

(dc)

ANHA