Şêniyên Babê banga darizandina ′Balyaba′ dikin

Li dijî kiryarên destdirêjiya li ser kadoriyên tenduristiyê ku ji aliyê çeteyê bi navê Hamid El-Bûlat (Balyaba) hate kirin, şêniyên bajarê Babê daketin qadan û banga derizanda çete dikin.

Şêniyên Babê banga darizandina ′Balyaba′ dikin
Şêniyên Babê banga darizandina ′Balyaba′ dikin
5 gulan, 2018   12:41

MINBIC

Li herêmên gundewarên bakurê Helebê yên ji beriya salekê ve ji aliyê artêşa Tirk ve hatine dagirkirin, destdirêjiya li ser sivîlan, saziyên xizmetguzariyê  zêde bûne.

Çakaniyek herêmî ji ajansa me (ANHA) re diyar kir ku serçeteyê koma bi navê " Furqet El-Hemze"  Hamid El-Bûlat ku bi navê Balîba tê naskirin destdirêjî li ser kadroyên tenduristiyê yên nexweşxaneya El-Hikme ya gundewarê başkurê Helebê kir û ew lêdan kirin.  Li hemberî vê yekê xelkên herêmê xwepêşandanek lidar xistin û banga darizandina çete kirin.

Girsyeke mezin a şêniyan li pêşiya navenda "Polîstên Azad" çalakiyek lidar xistin û banga darizandina çete Balyaba kirin.

Heman çavkaniyî da zanîn ku di dema çalakiyê de dengê guleyan ji ber "Navenda Polîsên Aazad" hate bihîstin.

Çalakiya nerazîbûnê heta niha didome.

(bb)

ANHA