Koordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê beşdarî konferansa ciwanan Rojhilata Navîn dibe

Koordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê piştgiriya xwe bi  Konferasna Ciwanên Rojhilata Navîn ku dê li Başûrê Kurdistanê were lidaxistin anî ziman û  ragihand ku wê beşdarî konferansê bibe.

Koordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê beşdarî konferansa ciwanan Rojhilata Navîn dibe
5 gulan, 2018   12:27

QAMIŞLO

Koordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê beşdarî Konferasna Ciwanên Rojhilata Navîn bibe û bang li ciwanên herêmê kir ku bşedarî konferansê bibe.

Daxuyanî li ber avahiya Ciwanên Kurd li Rojava ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna bi dehan nûnerên rêxistinên ciwanan hate xwendin û ji aliyê Berdevkê Koordînasyona Ciwanên Kurd li Rojava Amed Memo ve hate xwedin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Li ser bangawaziya Ciwanên Başûrê Kurdistanê  ku di vê mehê de Konfransa Ciwanên Rojhilata Navîn li cem xwe li dar bixe, em wekî Koordînsayona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kuridstanê, piştgirî û beşdarbûna xwe ji bo vê konfranê radighînin.

Însyatîfa Ciwanên Başûr ji bo nîqaşkirina aloziya Rojhilata Navîn, pirsgirêkên ciwanan û riyên çareseriyê bi rûmet e û hewldanek pîroz e ji bo ku di nav geşedanên tevlihev de nava şerê li Rojhilata Navîn de li pêşiya ciwanan ronî bike. Bê guman  em wekî Koordînasyona Ciwanên Kurd dibînin ku beriya her tiştî diviyabû me konfranseke netewî ya ciwanên lidarxistiba.  Em di qenaetê de ne ku çareseriya alozyia Rojhilata Navîn bi pêşeroja çar parçeyên Kurdistanê ve girêdayî, ji ber vê yekê bangawaziya me careke din Kongreya Netewî  ye

Li ser vê bingehê yekîtiya gelan li Rohilata Navîn pir girîng e. Çawa ku em û perçekirina Kurdistanê û pîlanên dagirkeriyê li ser welatê xwe tenê bi riya yekîtiya gelê xwe dikarin derbas bikin û vala derxînin. Ji bo Rojhilata Navîn jî heman tişt derbasdar e. Bi sedan salan hêzên desthilatdar û dagirker bi navê netewperestî û ol, mezheban gelên vê herêmê li hemberî hevdu dane şerkirin. Êdî dem hatiye ku em van lîstokên qirêj baş fambiki û bi pêkanîna biratiya gelan li ser erdê vala derxînin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê  û avakirina Federaliya Bakurê Sûriyê ji bo vê yekê nimune  ye û dikare bibe mînak ji bo tevahî Rojhilat Navîn.

Li vir Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen, Êzidî û Misliman û Xiristiyan bi hev re jiyan dikin. Li ser bingeha çand xwe, nasnameya xwe, ziman û nasnameya xwe bi hev re şoreşê ava dikin û diparêzin.

Li ser van bingehan em tevlî bangawaziya Ciwanên Başûrê Kurdistanê dibin û em bang li tevahî pêkhateyên herêmê, ciwanên Ereb, Suryan, Tirkmen, Misliman û Xiristiyan dikin ku beşdarî konferansê bibin ."

Daxuyanî bi dirûşemeyan bi dawî bû.