Mihrîcana ″Em hemû Efrin in″ sibe tê lidarxistin

Ji bo vejînkirina çand, hunera û wêjeya Kurdî ya Rojava, Yekîtiya Rewşenbîran a Rojava amadekariya lidarxistina mihrîcana Rojava ya çand û hunerê di bin dirûşmeya ″Em hemû Efrîn in″ kir.

Mihrîcana ″Em hemû Efrin in″ sibe tê lidarxistin
4 gulan, 2018   16:48

KOBANÊ

Dê mihrîcan li ser asta Rojava bi beşdariya helbestvan, nivîskar, hunermend û komên şanoyê were lidarxistin. 

Ev mihrîcan sala 2014′an li bajarên Almanyayê hat lidarxistin. Lê Yekîtiya Rewşenbîran biryar da ku îsal li bajarê Kobanê li dar bixe. 

Derbarê armanca lidarxistina mihrîcanê de, Endamê Komîteya Amadekar a mirhîcanê Ehmed Huseynî axivî û wiha got, ″Ev mirîcan salane ji bo vejînkirina çand û hunera Kurdî tê lidarxistin. Îsal em ê mihrîcanê bi ruhê Berxwedana Efrînê li dar bixin. 

Tê payîn ku dê mihrîcan sibe ango 5′ê Gulanê saet di 10.00′an de li salona Newroz a bajarê Kobanê, were lidarxistin.  

(mm)

ANHA