Rejîma Îranê 25 kolber binçav kirin

Hêzên pasdarên rejîma Îranê li sînorên Hewremana Rojhilatê Kurdistanê 25 kolber binçav kirin û dest danîn ser malên wan.

Rejîma Îranê 25 kolber binçav kirin
4 gulan, 2018   09:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya KolberNews, şevê din hêzên pasdarên rejîma Îranê li baregeha sînor a bi navê Milepesk a herêma Hewremana Rojhilatê Kurdistanê êrîşê kolberan kir, 25 kolber binçav kirin û dest danîn ser malê kolberan.

Her wiha hate diyar kirin ku kolberên hatine binçavkirin ew şandine baregeha Hanegermele ya pasdaran li Hewreman.

Hêjay gotinê ye ku girtin û binçavkirina kolberên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve di demek de ye ku kasibkar û dikandarên bajarên Rojhilatê Kurdistanê 20 roje di greva giştî de ne.

Kasibkar û dikandar diyar dikin ku heya sînorên kolberan neyên vekirin, nirxê bac û gomirkê kêm nebe, wê greva wan berdewam bike.