Gelê Dêrazorê şehîdê xwe oxir kirin

Cenazeyê şervanê QSD‘ê Ebulhemîd El-Yasîn yê ku di bersivdayîna êrîşê rêjîmê û milîsên wê de şehîd bû li gundê xwe hate oxirkirin.

Gelê Dêrazorê şehîdê xwe oxir kirin
Gelê Dêrazorê şehîdê xwe oxir kirin
Gelê Dêrazorê şehîdê xwe oxir kirin
Gelê Dêrazorê şehîdê xwe oxir kirin
Gelê Dêrazorê şehîdê xwe oxir kirin
Gelê Dêrazorê şehîdê xwe oxir kirin
Gelê Dêrazorê şehîdê xwe oxir kirin
Gelê Dêrazorê şehîdê xwe oxir kirin
4 gulan, 2018   09:21

DÊRAZOR

Şervanê QSD‘ê Ebulhemedî El-Yasin (Dewas) 29‘ê Nîsana 2018‘an di encama besivîdayîna êrîşên rêjîma Sûriyê û milîsên wê li ser herêma El-Sebha de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên gundê Sebîxan ê dikeve gundewarê rojhilatê Dêrazorê cenazeyê Ebdulhemîd bi merasîmekê li Mezara Şehîd Hanî El-Hesen a li gundê El-Besîra oxir kirin.

Girseya gel piştî ku cenaze wergirtin bi kerwanekî erebeyan ku bi wêneyên şehîd, çîçekan û alên QSD‘ê hatibû xemilandin ber bi Mezara Şehîd Hanî El-Hesen ve bi rê kirin.

Li mezarê merasîmek hate lidarxistin. Merasîm bi tûraneke leşkerî ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir.

 Di merasmê de, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Wefa El-Calal, endamê Hêzên Erka Xweparastinê Dilovan Dirbêsiyê û endama şaredariya El-Bisêra Mêrvan El-Xelef axivîn.

Kesên axivîn, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û gotin ku ew bi saya şehîd kom bûne û şehîdên xwe oxir dikin.

Axaftivanan soza şopandina xeta şehîdan dan.

Wesîqa şehadetê ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Wefa El-Celal ve hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin.

Şervanan, cenazeyê hevalê xwe hilgirtin û di nava dirûşmeyan de spartin axê.

(bb)

ANHA