Sergo kom dibe, şaredarî li çareseriyê digere

Li kolanên bajarê Dirbesiyê yê kantona Hesekê sergo kom bûye û welatî aciz bûne, şaredarî jî li çareseriyê digere.

Sergo kom dibe, şaredarî li çareseriyê digere
Sergo kom dibe, şaredarî li çareseriyê digere
Sergo kom dibe, şaredarî li çareseriyê digere
Sergo kom dibe, şaredarî li çareseriyê digere
3 gulan, 2018   06:45

OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Sergo li kolanên navçeya Dirbêsiyê kom bûye, bêhn tê û dibe ku bi demsala havîne re nexweşî derkevin. Welatiyên navçeya Dirbêsiyê li hemberî belavbûna sergo li kolanan acizbûna xwe anîn ziman û metirsiyên xwe anîn ziman ku nexweşî belav bibin.

Di vê çarçoveyê de welatiyê bi navê Mihemed Reşad anî ziman ku sergo zêde kom bûye û li ser tendurûstiya wan xeterî ye.

Her wiha Reşad anî ziman ku hawiye nînin û şênî jî sergo bavêjin kolanan.

Reşad bang li welatiyan kir ku paqijiya bajar biparêzin û sergo neavêjin kolanan.

Welatiyê bi navê Mihemed Emîn Şêx Îsa jî ji şaredariyê xwest ku meseleya belavbûna sergo li kolanan were çareserkirin.

Şêx Îsa diyar kir ku ew çend caran çûye gel Komîteya Ekolojî ya Şaredariyê û daxwaza çareseriyê kiriye.

Têkildarî kombûyîna sergo li kolanên Dirbêsiyê Rêveberiya Komîteya Ekolojî ya Şaredariyê Hewas Meo wiha got:‟ Ji ber kêmbûna xebatkarên şaredariyê û alavan heyanî niha me çareser nekiriye û em niha dixebitin ku hejmara xebatkaran zêde bikin û hawiyên sergo li hemû kolanan deynin”.

(np)

ANHA