Welatiyên Girê Spî hovîtiya Tirkiyê li ser sînor vedibêjin

Şêniyên gundewarên ser sînor ên Kantona Girê Spî destwerdanên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînor vegotin û diyar kir ew rizqê gel qut dikin

Welatiyên Girê Spî hovîtiya Tirkiyê li ser sînor vedibêjin
Welatiyên Girê Spî hovîtiya Tirkiyê li ser sînor vedibêjin
Welatiyên Girê Spî hovîtiya Tirkiyê li ser sînor vedibêjin
Welatiyên Girê Spî hovîtiya Tirkiyê li ser sînor vedibêjin
Welatiyên Girê Spî hovîtiya Tirkiyê li ser sînor vedibêjin
Welatiyên Girê Spî hovîtiya Tirkiyê li ser sînor vedibêjin
Welatiyên Girê Spî hovîtiya Tirkiyê li ser sînor vedibêjin
3 gulan, 2018   06:37

GULÎSTAN MIHEMED / GIRÊ SPÎ

Gundên ser sînorê kantona Girê Spî di demên dawî rastî gelek êrîşên artêşa Tirk a dagirker tê û guleyan ber bi sivîlên ku di nava zeviyên xwe de kar dikin, direşînin.

Di vê çarçoveyê de şêniyên gundê El-Esel ê girêdayî navçeya Silûk a kantona Girê Spî ji ajansa me ANHA`yê re axivîn. Şêniyên diyar kirin ku beriya çend rojan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin hedefgirtin. Di encama wê de jineke bi temen ku li pêşiya mala xwe rûniştî bû û welatiyê ku di nava zeviyên xwe de yê ku 300 m dûrî sînor e dixebitî birîndar bûn.

Her wiha welatiyê birîndar Xelûf Mihemed Îsa got ku dema ku wî zeviyên xwe av dida ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ên ku li ser sînor bi cîh bûne hate hedef girtin û di destê xwe de birîndar dibe.

Îsa destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin wî destê ku pê debara xwe dikin bişkînin û ev tişt got,"Nahêlin em kar bikin û rizqê me qut dikin."

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Hec Diyab got ku ew rojane rastî êrîşên artêşa Tirk a dagirker tên û destnîşan kir ku ji beriya heftiyekê gule ser bi karkrên di nava zeviyan de dixebitîn reşandin û nehiştin ku bixebitin û rizqên wan qut dikin.

Hec Diyab tekez kir ku ew bi tirs diçin nava zeviyên xwe ji ber ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker tên hedef girtin û wiha pêde çû,"Ma gelo hemû cîhan ji Tirkiyê ditrse da ku sînor ji kiriyarên wê yên dijî mirovahiyê ye deynin? "

Ji aliyê xwe ve Hevseroka Meclîsa navçeya Silûkê Şadya Hec Elî got ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlan hedef digirin û hemû pîvanên civakan navdeweletî û rêxistinên mafên mirovan bin pê dikin û wiha anî ziman,"Ji bo ku em dev ji malên xwe berdin û da ku bi hesanî warê me dagir bikin ji ber vê yekê bi zanebûn sivîlan hedef digrin."

(bx)

ANHA