ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03.05.2018
3 gulan, 2018   04:00

*Şopandina Pêngava Bagera Cizîrê ya jinûve dest pê kir.

*Şêniyên herêma Efrînê li navçeya Fafîn a Şehbayê li dijî dagirkeriya Tirk meşekê li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Malbatên Şehîdên Berxwedana Serdemê wiha bersiva êrîşên dewleta Tirk ên li ser goristanên zarokên wan dan, “Ev êrîşên we yên ji asta mirovahî derketîn, tehemulnekirina berxwedanê ye. Dibe ku destê me ji cenazeyên me kirin, lê me şehîdên xwe di nava dilê xwe de veşartine. Îdeolojî û fikrê wan di mejiyê me de dijî.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên gundewarên ser sînor ên Kantona Girê Spî destwerdanên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînor vegotin û diyar kir ew rizqê gel qut dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

*Siyasetmedaran destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê hewldana dagirkirina tevahî axa Kurdistanê ye. 

*Berdevka Tevgera Azadî Tara Hisên diyar kir ku namzetên wan ên di lîsta Newey Nwe (Nifşa Nû)de ne ji bo berjewendiyên tu binemal û partiyan naxebitin, ew ji nava gel in û ji bo berjewendiyên gelê Kurd û gelên Iraqê kar dikin û wiha got, “Em dixwazin di çarçoveya sîstemek demokratîk de bi hemû gelên herêmê re aştiyane bijîn û Iraqek demokratîk ava bikin.”

 CIVAK Û JIYAN

*Ji ber kombûna sergoyê li navçeya Dirbêsiyê, gel nerazîbûn nîşan dide. Şaredariya Gel a herêmê soza çarseriyê da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Bi hezaran şêniyên Efrînê yên ku ji tirsa komkujiyên dagirkeriya Tirk berê xwe dan herêmên bi ewle, ji ber mayînan jiyana xwe ji dest didin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA