Li Girê Spî teqîn, du kes birîndar bûn

Li herêma Hemam Tirkman a girêdayî Kantona Girê Spî ya herêma Firatê teqînek rû da, di encamê de du kes birîndar bûn.

Li Girê Spî teqîn, du kes birîndar bûn
2 gulan, 2018   20:13

GIRÊ SPÎ

Nûçegihanên ANHA′yê ji herêmê ragihandin ku îro saet di 22.40′an de li herêma Hemam Tirkman a girêdayî Kantona Girê Spî mayînek bi erebeyekê de teqiya. Her wiha diyar kir ku di encamê de du kes birîndar bûne. Birîndar rakirin nexweşxaneya Girê Spî.

Derbarê bûyerê de Hêzên Ewlekariyê dest bi lêpirsînê kirin.

(aç/mm)

ANHA