Rojeva rojnameyên Erebî

Hêzên Sûriyaya Demokratîk ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Efrînê Pêngava Bagera Cizîrê ji bo demekê rawestandibû, qonaxa temamkirina pêngavê  ragihand, aloziya di navbera Îran û Israîl didome, hilbijartinên Iraq, Lubnan, aloziya Filistîn û Yemenê mijarên sereke yên rojeva rojenameyên Erebî bûn.

Rojeva rojnameyên Erebî
2 gulan, 2018   10:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî giraniya mijarên xwe dane rewşa meydanî li Sûriyê, temamkirina qonaxa Pêngava Bagera Cizîrê, hilbijartinên Iraq û Lubnanê, her wiha nakokiyên di navbera Israîl û Îranê, pêşveçûnên li Filistîn û Yemenê.

QSD‘ê Pêngava Bagera Cizîrê ji nû ve dest pê dike

Rojanemyên Erebî  bal kişandin li ser qoxana temamkirina Pêngava Bagera Cizîrê ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkiyê  yên li ser Efrînê ji bo demekê hatibû rawestandin û duh ji aliyê QSD‘ê ve bi daxuyaniyeke çapemeniyê hatibû ragihandin. Rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "«QSD‘ê » şerê tunekirina «DAIŞ » li rojhilatê Firatê dide destpêkirin", Rojnameya El-Ereb jî sernavê "Hêzên Sûriyaya Demokratîk «Bagera Cizîrê » li Dêrazorê ji nû ve dest pê dike" weşand. Di nûçeya El-Ereb de wiha tê gotin "Hêzên Sûriyaye Demokratîk roja sêşemê qonaxa dawî ya şerê li dijî Rêxistina Dewleta Islamî li rojhilatê Sûriyê bi destekdayîna Koalîsyona Navdewletî ya ku Amerîka serkêşiya wê dike,  ragihand. Gava ji aliyê Hêzên Sûriyaye Demokratîk ve, piştî rojeke ku Koalîsyona Navdewletî şerê mezin ê li dijî DAIŞ li Iraqê û girtina navenda feramndariya bejahî ragihandibû, pêk hat."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî manşêtek bi sernavê " Weshington ji bo tunekirina «DAIŞ » lez dike..Di navbera Kurd û Bexdayê de odeya operasyonan hate avakirin" weşand. Di nûçeyê de hate gotin ku Washington duh şerê li djiî rêxistina DAIŞ li bakurê rojhilat Sûriyê ragihand. Bi armanca têkbirina rêxistina DAIŞ‘ê li ser sînorê Sûriyê- Iraq her wiha Odeya Çalakiyan di navbera artêşa Iraqê û çekdarên kurdên Sûriyê hate avakirin."

Guhertina demofrafî bi sponseriya Rûs û beşdarbûna Tirkiyê pêk tê

Rojnameyên Erebî her wiha bal kişandin ser guheretina demografî ku li Sûriyê pêk tê. Rojnameya El-Heyat nûçeyeke bi sernavê " Derbarê îtîfaqên derxistina opozisyonê ji Humisê agahiyên cuda derketin" weşand. Di nûçeyê de wiha tê gotin "li gorî ajansa «Novosti» ya Rûsya; Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Newlûd Çawîş Ogulu bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsya  Sergey Lavrof re bi riya telefonê axivîn û rewşa gundearên Humisê ê gotûbêj kirin, lê datayên nîqaşan nehatin birêxistin, tenê behsa êrîşa roja yekşemê ku ji aliyê opozisiyonê li Humisê pêk hat û di encamê de sivîl jiyana xwe ji dest dan, hate kirin."

Rojnameya El-Qudis El-Erebî nûçeyeke bi sernavê "Peymana «Yermûk- Kefreya û Fûa» ya di navbera rêjîm û «Tehrîr El-Şam» de piştî ku derxistina bi sedanî Şîî  hate astengkirin bi awayî nîvço pêk tê" weşand. Rojnameyê diyar kir ku di gel astengiyeke ji aliyê milîsên Şîa ve yên ku ku ji aliyê komên opozisyonê li bajarokên Kefreya û Fûa yên gundewarên Idlibê hatine dorpêçkirin, di navbera rêjîma Sûriyê û Heyet Tehrîr El-Şam de peyaman pêk tê. Komên opozisyonê qebûl nekir ku hezar û 200 çekdar û malbatên xwe derxînin û daxwaz kir ku şêniyên herêmên navborî yek carî veguhezînin herêmên di bin serweriya rêjîmê de, tenê 17 kesên ku rewşên awarte bûn bi otobusekî hatin derxistin û 19 otobus li Fûa hatin astengkirin."

Hilbijartinên Iraqê

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê "Libendamayîna têbiniyên El-Sîstanî derbarê «Heşid » aloziya li başûrê Iraqê kêm dike" weşand û wiha got "Çavkaniyên nêzî Şîa dibêjin ku  Elî El-Sîstanî roja înê perspektîvan derbarê hilbijartinan bide. Ev yek hişt ku atmosfêreke ji aloziyê û nêrînên cuda di nava aliyên Îraqê, nexasim aliyê Şîa ve derkeve."

Rojnameyê her wiha got, "Çavkaniyên nêzî El-Sîstanî agahî belav kiribûn ku niyeta El-Sîstanî derbarê mekanîzmeya hilbijartinan dê perspektîvan bide."

Şerekî veşartî aloziya Îran û Israîl kûrtir dike

Derbarê Îranê de, rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê " «Şerekî veşartî » aloziya Îran û Israîl zêde dike" weşand û got " Çavkaniyeke doplomasî rojavayî duh ragihand ku «Şerekî veşartî » û elktronîk aloziya Îran û Israîl zêde dike, rayedarên Amerîkî texmîn dikin ku di navbera herdû aliyan ji bo Sûriyê şer derkeve."

Hizbullah şer serokatiyê hikûmeta Lubnanê radighîne

Derbarê hilbijartinên Lubnanê rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "«Hizbullah » şerê li hemberî serokatiya hikûmeta Lubnanê ragihand" weşand û got, "«Hizbullah » dosyaya Serokatiya Hikûmetê danî ser maseyê, dema ku Cîgirê Sekertêrê Giştî yê «Hizbullah » Neyîm Qasim ragihand ku namzetên partiyê yên amade ji bo serokatiya hikûmeta Lubnanê yên pêş tunene û diyar kir ku en girîng e ku xwediyê kutleyeke parlamentoyê yanî jî cîger be. Qasim di hevdîtineke xwe de bi televizyonekê re got ku Serokê Parlamentoyê yê pêş Nebîh Birî ye. Li ser pirsa namzetê Partiyê yê ji bo serokatiya hikûmetê got «Bernamezetê me yê hazir tunene, dema em şeklê parlamentoyê bibîn wê demê bi biryara vê yekê bidin. »"

Munezeme El-Tehrîr:  Em biryara rawestandina alîkariyê ji bo Hemas rawestînin

Derbarê Filistînê, Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê " Encumena Niştimanî ya Filistînê civînên xwe didomîne û veguhestina desthilatdariyê ji bo dewletê tê nîqaşkirin", her wiha El-Heyat jî nûçeyek bi sernêav "Encumena Niştimanî ya Filistînê amadekariyê derxistina biryara rawestandina alîkariyan ji bo Xezayê dike" weşand û got, "Civîna Encumena Niştimanî ya Filistînê ku ji beriya du rojan ve li Ramellayê dest pê kir didome  û amadekariyan dike ku biryaran girêdayî cemidanina Itîraqê bi Israîlê û rawestina alîkariyan ji bo Xeza ya di bin serweriya Hemas dike,derxîne, her wiha misyonên Meclîsa Zagonsaz (Parlaman) radestî meclîsa navendî ya Mûnexemet El-Tehrîr bike."

Hûsiyan cezayên enfazan zêde dikin

Rojnameyên Erebî her wiha pêşketinên li Yemenê girt dest. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê "Hûsiyan cezayên enfazan zêde dike û kuştina fermandarên wê didome" weşand û got " Dozgeriya Hûsziyan a Senayê cezayên enfazê li 3 welatiyan birî, her sê welatî bi tuhmeta ku têkiliyên wan bi welatên koalîsyonê û tevlîbûna nava rêxistina El-Qaîde hatin cezakirin. Bi vê yekê hejmareka kesên ku cezayên enfazê li wan hatine birîn ji hefteya yekemîn ji Mihdî El-Meşat bûye serokê Hûsiyan piştî kuştina Salih El-Semmad ve derket 12 kesan."