Li Xurmatû operasyona dijî DAIŞ`ê

Hêzên koalîsyonê li sînorê navçeya Xurmatû dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon pêk anîn û çend çete hatine kuştin.

Li Xurmatû operasyona dijî DAIŞ`ê
2 gulan, 2018   09:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di saet 05:00`ê serê sibehê de li sînorê navçeya Xurmatû ya girêdayî parêzgeha Selahaddîn Hêzên Koalîsyona şerê dijî DAIŞ’ê, li dijî çeteyên DAIŞ`ê operasyon pêk anîn.

Der barê operasyonê de Fermandarê tabûra girêdayî tûgaya 123`an a Hêzên Pêşmerge li Xurmatû Cemal Waranî ev agahî dan RojNews,"Operasyon ji aliyê Koalîsyona Navnetewî ya şerê dijî DAIŞ`ê ve li bajaroka Qurîca ku dikeve navbera Xurmatû û Kifrî pêkhat."

Cemal Waranî di berderwamiya axaftina xwe de got ku di operasyonê de şer di navbera Hêzên Hevpeyman û DAIŞ`ê de derket. Li gor agahiyên ku ketine dest ku çend çete hatine kuştin û gelek çekên çeteyan jî dest hatiye danîna ser.

Her wiha Hêzên Koalîsyonê piştî operasyonê vegeriyan bajaroka Zinane yê girêdayî herêma Germiyan û li vir bicih bûne.