Komîteya Rêveber a PKK'ê civîna xwe pêk anî

Civîna Komîteya Rêveber a PKK'ê li çiyayên Kurdistanê di navbera 21-24'ê Nîsanê de pêk hat. Li ser encama civînê daxuyaniyeke nivîkî hate dayin.

Komîteya Rêveber a PKK'ê civîna xwe pêk anî
2 gulan, 2018   06:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di navbera 21-24'ê Nîsana 2018'an de Komîteya Rêveber a PKK'ê civîna xwe ya asayî li dar xistiye û got, "Berxwedana şoreşger-demokratîk a topyekûn a gelê me û dostan a li dijî êrîşên topyekûn ên faşîst-qirker, ji hemû aliyên îdeolojîk, polîtîk, rêxistinî û leşkerî ve bi berfirehî hatiye nirxandin." Hate destnîşankirin ku ji bo xurtkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê li ser bingeha berxwedana topyekûn, biryar û plana pêwîst hatine diyarkirin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Civîna me di şexsê hevrê Delal Amed û şehîdên berxwedana Efrînê de hemû şehîdên me yên azadî û demokrasiyê bi bîr anî, helwesta têkoşer a gelê me û hêzên demokratîk ku li 8'ê Adarê, Newrozê, Berxwedana Efrînê û 1'ê Gulanê nîşan dan, çalakiyên dîrokî yên hêzên me yên gerîla yên leheng ên li dijî dagirkeriya faşîst-qirker tên kirin silav kir. Bang li hemû hêzên demokratîk kir ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ya mêtinger-qirker di dema pêş de têkoşîna azadî û demokrasiyê hê xurtir bikin û bikin yek.

Tecrîda li ser Ocalan

Civîna me ya Desteya Rêveber, rewşa giştî ya berxwedana demokratîk a topyekûn a li dijî êrîşkariya faşîst a topyekûn nirxand. Zext û tecrîda giran a li Îmraliyê li ser Rêber Abdullah Ocalan û hevrêyên din ên dîlgirtî weke rojeveke taybet nîqaş kir. Di vê mijarê de destnîşan kir ku li dijî gotegotên şerê psîkolojîk hişyar bin û li hemberî zext û tecrîda ku faşîzma AKP-MHP'ê dişidîne, hê bi berprisyarî tevbigerin. Rêxistina Pêşîgirtina li Êşkenceyê, raporeke ku du sal berê amade kiribû, berî Newrozê ji raya giştî re eşkere kir. Ev yek ji fikar û bendewariyên gelê Kurd re nebû bersiv, berevajî; rê li ber hêrsa gel û dostên Kurd vekir. Civîna me ev yek di çarçoveya şerê psîkolojîk ê faşîzmê de weke hewldanek ji bo qelskirina nerazîbûna gel nirxand. Di civîna me de careke din hate destnîşankirin ku nêzîkatiya li Rêber Abdullah Ocalan xeta sor a gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê ye. Û işaret bi girîngiya wê yekê kir, ku ji bo civak û raya giştî baş werin agahdarkirin, CPT, malbat û parêzer karibin bi rêk û pêk biçin Îmraliyê. Bang li her kesên pêwendîdar kiriye ku di vê mijarê de hê bi berpirsyarî tevbigerin û hewl bidin. Civîna me her wiha têkoşîn û kampanyayên çalakiyan ên ji bo jiyana azad ên Rêber Abdullah Ocalan tên kirin silav kir û bang li gelê me û dostên me yên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat kir ku çalakî û têkoşîna xwe ya dîrokî li ser vê bingehê mezin û berfirehtir bikin.

Civîna me ya Komîteya Rêveber li gel girîngiya têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê bal kişand ser girîngiya dîrokî ya yekîtiya vê têkoşînê li her qad û qonaxê. Li ser vê bingehê destnîşan kiriye ku di nava gelê Kurd de divê yekîtiya neteweyî-demokratîk bê afirandin û li çar parçeyan û derveyî welat bi gelên din re têkoşîneke hevpar bimeşînin. Li ser vê bingehê careke din destnîşan kir ku wê li her qadê bi erka xwe rabin û bang li hemû hêzên pêwendîdar kir ku ew jî bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabin. Bi taybetî diyar kiriye ku ev yek fermana dîrok û şehîdên me ne.

Civîna me ya rêveberiya partiyê di dawiya meha Nîsanê, demeke kin beriya Meha Şehîdan meha Gulanê pêk hat. Meha Gulanê ji bo şoreşên Kurdistan û Tirkiyeyê bi rastî jî meheke ku her rojeke xwe bi xwîna bi dehan şoreşgerên leheng xemiliye. Bi vê wesîleyê, em Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û Fermandarê Berxwedana Hîlwan-Sêweregê hevrê Mehmet Karasûngûr û milîtanê hêja yê partiya me hevrê Îbrahîm Bîlgîn di salvegera 35'an a şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Wekî din, em Fermandarê Herêma Amedê hevrê Azad Sîser ku şehîdê me yê 2'ê Gulanê ye, di salvegera duyemîn a şehadeta wî de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Pêşengên Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan ên 6'ê Gulana 1972'an de hatin darvekirin, di salvegear 46'an a şehadeta wan de bir êzdarî bi bîr tînin. Ji rêberên Berxwedana Gezî û Şoreşa Tirkiyeyê, dostê ji dil ê gelê Rojava û gelên Sûriyeyê Ûlaş Bayraktaroglû ku 9'ê Gulana 2017'an di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bû, di salvegera yekemîn a şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr tînin. Fermandara gerîla, pêşenga hunerê û milîtana jinên azad Ozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) ku 11'ê Gulanê şehîd bû, di salvegera 26'an a şehadetê bi rêzdarî û hezkirinê bi bîr tînin. Em careke din soz didin ku em ê xwedî li bîranîna hemû şehîdên xwe yên hebûn û azadiyê derkevin û armanca wan bi ser bixînin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz û hemû hêzên demokratîk dikin ku di meha Gulanê de her roj şehîdên leheng bi bîr bînin û di xeta şehîdan de xwe nû bikin, têkoşîna azadiyê geş bikin."