Di kampê de xwe li gorî jiyana komînal birêxistin dikin

Şêniyên Efrînê yên di kampa Berxwedan de jiyan dikin, xwe li gorî jiyana komînal a hevbeş birêxistin kirine û li dijî hemû zehmetiyan liber xwe didin.

Di kampê de xwe li gorî jiyana komînal birêxistin dikin
Di kampê de xwe li gorî jiyana komînal birêxistin dikin
Di kampê de xwe li gorî jiyana komînal birêxistin dikin
2 gulan, 2018   06:28

ŞHEBA

Kampa Berxwedan di 24'ê Adarê de bi armanca bicihkirina welatiyên Efrînê yên ji ber êrîşa Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man koçber bibin lê werin bi cihkirin, hate çêkirin.

Di kampa Berxwedan de niha zêdeyî 4 hezar welatiyên sivîl di 800 konan de jiyan dikin. Welatiyan xwe li gorî 14 komînan bi rêxisitn kirin. Di her komînekê de derdora 50-75 konan heye.

Piştî şoreşa 19'ê Tîrmehê hate destpêkirin, welatiyên Bakurê Sûriyê jiyana xwe li ser esasê komînal birêxistin kirin. Her wiha jiyana hevbeş ji bo parstina xwe ji êrîşan û hêzên dagirker liber xwe dan.

Şêniyên Efrînê di salên derbasbûyî di nava komînan de xwe birêxistin dikirin. Welatiyên di kampan de jî dimîn in, ne gotin ew li derveyî warê xwe ne, lê belê xwe birêxistin kirin û komînên xwe ava kirin.

Şêniyên Efrînê yên ku xwe di kampan de birêxistin kirine. Bang li civaka navdewletî kirin ku piştgiriya wan bikin da ku karibin pêdiviyên xwe yên jiyanî pêk bîn in.

RAPRO: ŞERVÎN MUSTEFA

KAMÎRA: TOLÎN HESEN

(dc)

ANHA