Li Nîjeryayê êrîş anîn ser mizgeftê gelek kes hatin kuştin

Hata ragihandin ku li rojhilatê Nîjeryayê êrîşek bi ser mizeftê de hatiye, di encama wê de 42 kes hatine kuştin û 68 kes jî birîndar bûne.

Li Nîjeryayê êrîş anîn ser mizgeftê gelek kes hatin kuştin
2 gulan, 2018   06:37

NAVEDNA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku li welatê Efrîkaya Rojava êrîşeke xwekujî bi ser mizgeftê de hatiye, 42 kes hatine kuştin û 68 kes birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya rayedarên polîsan li herêma Yan Gwajo ya eyaleta Adamawayê Sêşemê dema nimêjê du kesan êrîşeke xwekujî pêk anîne.

Hate gotin ku di encama wê de 42 kes hatine kuştin û 68 kes birîndar bûne.