Şêniyên Efrînê: Heta dagirker li Efrînê bin, em ê veneger in

Şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man malên xwe terik bikin û li gundê Til Qerah a herêma Şehbayê bi cih bibin. Welatiyan diyar kirin ku dema hêzên wan Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin, ewê vegerin warê xwe.

Şêniyên Efrînê: Heta dagirker li Efrînê bin, em ê veneger in
Şêniyên Efrînê: Heta dagirker li Efrînê bin, em ê veneger in
Şêniyên Efrînê: Heta dagirker li Efrînê bin, em ê veneger in
2 gulan, 2018   05:59

SOLÎN REŞÎD-CEFER CEFO / ŞEHBA

Berxwedana Şêniyên Efrînê ya li kantona Şehbayê di hemû şert û mercan de didome. Welatî di xaniyên  rûxayî de dimînin, nexweşiyên sorik û leşmanî di nava welatiyan de belav bûye. Lê dîsa jî dibêjin ku ew ê jiyana xwe li vir bidomînin û wê neçin bin zilm û zordariya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê.

Nûçegîhanên ajansa me li gundê Til Qerah a kantona Şehbayê geriyan û rewşa welatiyên Efrînê yên li gund jiyan dikin, şopandin.

Jina bi navê Zeynat Mihemed a ji gundê Qude ya herêma Raco tevî malbata xwe li malek hema bêje ruxyayî dimîne. Zeynat derbarê mijarê ev tişt anî ziman: "Em ji tirsa pêkanîna komkujiyên mezin ji Efrînê derketin. Me berê xwe da Şehbayê. Em li vir di nava cihên ku çeteyên DAIŞ'ê ruxandine de jiyan dikin. Em ê hemû şertên jiyanê yên li vir tehmul bikin. Dema şervanên me Efrîn ji dagirkeriyê rizgar bikin, emê wê demê vegerin Efrînê."

Welatiyê bi navê Îmad Şêx Hemade yê ji gundê Gemrok a girêdayî navçeya Meydankê derbarê mijarê ev tişt anî ziman: "Ji destpêka aloziya Sûriyê, me li Efrînê bi aramî jiyan dikir. Efrîn bibû wargeha hemû welatiyên sivîl. Lê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji bo aştiya li herêmê têk bibin êrîş anîn ser Efrînê. Di encamê de bi hezaran welatiyên Efrînê neçar man malên xwe terik bikin. Heta dagirkeriya Tirk li Efrînê be, em ê veneger in, dema hêzên me Efrîn ji çeteyan rizgar kirin, em ê vegerin."

Jina bi navê Qudret Mustefa ya ji gundê Tirumûşa ya navçeya Şiyê derbarê mijarê de got ku heta çete û faşistên Tirk li Efrînê bin, ew ê venegerin û dê liber xwe bidin. Lê belê dagirkeriya Tirk baş bizene, wê rojek, were û emê vegerin û ala hêzên xwe li Efrînê rabikin."

Hêzên Şoreşger di dawiya sala 2016'an de gundê Til Qerah a girêdayî navçeya Ihris a Şehbayê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. Ji ber mayînên çeteyan di gund de bi cih kirin, gelek wêranî li gund pêk hatiye.

(dc)

ANHA