Gelê Serêkaniyê 1ʹê Gulanê li kedkarên cîhanê pîroz kirin

Şêniyên navçeya Serêkaniyê bi boneya Cejna Kedkaran şahiyek li Baxçeyê Şehîd Bêrîvan li dar xistin.

Gelê Serêkaniyê 1ʹê Gulanê li kedkarên cîhanê pîroz kirin
Gelê Serêkaniyê 1ʹê Gulanê li kedkarên cîhanê pîroz kirin
Gelê Serêkaniyê 1ʹê Gulanê li kedkarên cîhanê pîroz kirin
1 gulan, 2018   17:58
HESEKÊ
Suzan İraz

Şahî ji aliyê Sendîqeya Kedkarên ya navçeya Serêkaniyê ve hat organîzekirin. Di şahiyê de bi dehan kedkar û welatiyên herêmê amade bûn.

Şahî bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre li ser navê Sendîqeya Kedkarên Ferhad Ehmed axivî, di vê roja pîroz de cejna hemû kedkarên cîhanê û li rêber APO pîroz kir û wiha got, ʺRoja 1'ê Gulanê rojeke pîroz e û roja ku serhildana li dijî desthiladariyê ye. Kesên desthilatdar û zordest tim û dayim dixwestin keda kedkaran tune bikin, kedkar bingeha hemû şoreşan in.ʺ

Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Luqman Îsa axivî  û 1ʹê Gulanê li hemû kedkarên cîhanê (taybet li kedkarên Rojava) pîroz kir û  got ku ev roj dikare bersiva hemû dîktatorî û faşîzmê bide. 

Piştre koma Tolhildan şanoyek derbarê serhildana kedkaran li dijî zulmê bêşkêş kir.  

Şahî bi gerandina govandê bi dawî bû.

(si/mm)

ANHA