Saziya Mertilyarên Xwendinê li Amûdê hat vekirin

Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê, Saziya Metiryalên Xwendinê li navçeya Amûdê vekir.

Saziya Mertilyarên Xwendinê li Amûdê hat vekirin
Saziya Mertilyarên Xwendinê li Amûdê hat vekirin
Saziya Mertilyarên Xwendinê li Amûdê hat vekirin
Saziya Mertilyarên Xwendinê li Amûdê hat vekirin
1 gulan, 2018   18:31

QAMIŞLO

Di şahiya vekirina saziyê de, malbatên şehîdan, endamên Kongreya Star, mamoste û bi dehan gelên herêmê amade bûn. 

Şahî bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Hevseroka Desteya Perwerdeyê Semîra Hecî Elî axivî, vekirina Saziyê  û roja 1ʹê Gulanê li Ocalan, malbatên şehîdna û şervanên azadiyê pîroz kir. 

 Semîra diyar kir ku gelên Bakurê Sûriyê yên Kurd, Ereb û Suryan bi yek destî xebatên perwerdeyê li ser esasê felsefeya neteweya demokratîk didin meşandin, da nifşên pêşerojê bi azadî perwerdeyê bi zimanê dayîkê bibînin. 

Şahî bi şanoya koma Delîla ya zarokan bi dawî bû.

(mm)

ANHA