Li Reqayê Akademiya Firatê ya bîrdozî hat vekirin

Komîteya Perwerdeyê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê Akademiya Firatê ya perwerdekirina mamosteyan vekir. 

Li Reqayê Akademiya Firatê ya bîrdozî hat vekirin
1 gulan, 2018   17:42

REQA

Li Akademiyê dewreya yekem bi navê ʺŞehîd Umer Elûşʺ hat vekirin. Şehîd Umer Elûş Endamê Têkîliyên Giştî ya Meclîsa Sivîl a Reqayê bû, 15 Adarê şehîd bû. 

Di dewreyê de 83 endam ji herêmên Reqa, Dêrazor, Minbic û Tebqayê beşdar bûn. 

Dê di dewreyê de, dersên ʺgirîngiya perwerdeyê, dîroka Rojhilata Navîn, neteweya demokratîk, Federaliya Demorkatîk, rexne û rexnedayîn û şêweyên perwerdekirinêʺ  bêne dayîn.

Mamosteya bi navê Menal Ebdullah Ebadî ku di dewreya perwerdeyê de cih girtiye diyar kir ku armanca wê ew e ku girîngiya perwerdeyê û şêweyên dersdayînê fêr bibe, da civakeke demokratîk û pêşketî ava bibe. 

Mamosteyê bi navê Ebdullah Hemûd jî diyar kir ku armanca wî ji beşdariya perwerdeyê ew e ku kesayeta xwe pêş bixe û fêrî şêwazên nû yên fêrkirinê bibe.    

Dê dewreya perwerdeyê du mehan dom bike. 

(mm)

ANHA