Soza Erdogan ji çeteyên Ezazê re wiha ye!

Erdogan Fermandarê Firqeya El-Hemze ya Turkmenî erkdar dike ku peymaê bighîne malbatên DAIŞ û Nusra, her wiha komên din ên li Ezazê. Di peyama Erdogan de soza ji çeteyan re hate dayîn ku dê êrîşa li ser herêmên Bakurê Sûriyê piştî hilbijartinan bidomîn in.

Soza Erdogan ji çeteyên Ezazê re wiha ye!
Soza Erdogan ji çeteyên Ezazê re wiha ye!
Soza Erdogan ji çeteyên Ezazê re wiha ye!
Soza Erdogan ji çeteyên Ezazê re wiha ye!
Soza Erdogan ji çeteyên Ezazê re wiha ye!
1 gulan, 2018   15:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji herêmê diyar kirin ku Serokomarê Tirkiyê Receb Teyp Erdogan çeteyê bi navê Seyîf Ebû Bekir ku fermandarê koma çete ya bi navê Firqet El-Hemze ya Turkumanane erkdar kir ku nameyekê bighîne malbatên DAIŞ û Cebhet El-Nusra ên ji bajarê Til Rifet û hin bajarên Bakurê Helebê berê xwe dane Ezazê, her wiha komên din ên çete yên li Ezazê. Di peyama Erdogan de soz ji çeteyan re hatiye dayîn ku dê êrîşên xwe yên li ser herêma Efrînê bidomîne û dê Til Rifet û herêmên din ên Bakurê Sûriyê piştî hilbijartinên Tirkiyê dagir bike.

Çeteyê bi navê Ebû Bekir roja sêşemê piştî saetên nîvro bi çeteyan re civiya û peyama Erdogan gihand wan.

Heman çevkanî destnîşan kir ku şertê çeteyan a beşdarbûna êrîşa li ser Efrînê û Şehbayê bû û dema êrîş hate destpêkirin ev soz ji çeteyan re hate dayîn, ku ew ê heta nêzî Helebê biçin.

Heman çavkanî ragîhand ku Erdogan û berpirsên dewleta Tirk soz dabûn komên çete ku dê êrîşa li ser Helebê bidomîn in û dê di demeke kurt de tavahî Bakurê Helebê bixin dest. Lê ev yek pêk ne hat, Erdogan tenê çete xistin şerê Efrînê de û êrîşên xwe piştî wê da rawestandin.

Komên çete li ser vê yekê dewleta Tirk tehdîd kirin ku ew ê leşkerên Tirk birvîn in, da ku zextê li dagirkeriya Tirk bikin ku herêmên Şehbayê û bakurê Helebê dagir bikin. Diyare Erdogan bi vê peyama xwe dixwaze çeteyan bide sekinanan da ku tehdîdên xwe pêk neyîn in.

Bi taybet dema hilbijartinên pêşwext li Tirkiyê nêzîk bû ye.

(dc)

ANHA