Gelê Kantona Hesekê Cejna Karkeran pîroz kirin

Şêniyên bajarê Hesekê, navçeyên Til Temir û Dirbêsiyê yên Kantona Hesekê bi boneya Roja Cîhanî ya Karkeran, şahiyek li dar xistin. 

Gelê Kantona Hesekê Cejna Karkeran pîroz kirin
Gelê Kantona Hesekê Cejna Karkeran pîroz kirin
Gelê Kantona Hesekê Cejna Karkeran pîroz kirin
Gelê Kantona Hesekê Cejna Karkeran pîroz kirin
Gelê Kantona Hesekê Cejna Karkeran pîroz kirin
Gelê Kantona Hesekê Cejna Karkeran pîroz kirin
Gelê Kantona Hesekê Cejna Karkeran pîroz kirin
Gelê Kantona Hesekê Cejna Karkeran pîroz kirin
1 gulan, 2018   17:06

TIL TEMIR

Şahî di bin dirûşmeya ʺBi ruhê 1ʹê Gulanê wê Berxwedana Serdemê bidomeʺ de hat lidarxistin. Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Rêveberiya Kongreya Star Welîde Bûtî axivî û Roja Karkeran a Cîhanî pîroz kir. 

Welîde di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna karkeran li dijî sîstemên emperalyalîst û desthilatdar. Welîde got, ʺKarker bingeha avakirina civakê û biratiya gelan in.ʺ

Cigîrê Hevserokatiya Meclîsa Kantona Hesekê Dawûd Hac Niman jî axivî û da zanîn ku Berxwedana Serdemê ya rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk didome. 

Piştre koma Hêzên Erka Xweparastinê û koma Tolhildan a girêdayî Navenda Çand û Hunerê gelek stran û dîlan pêşkêş kirin. 

BAJARÊ HESEKÊ

Li bajarê Hesekê jî şahî li Navenda Xwendekarên Demokratîk bi beşdariya bi sedan gel, hat lidarxistin. 

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê Semer Ebdullah , Endamê Yekîtiya Rewşenbîran Mihemed Beşîr û Endamê Komîteya Kedkaran Hemîd Beşîr axivîn. 

Axêveran Roja Cîhanî ya Karkeran pîroz kir û da zanîn ku bi saya felsefeya Ocalan hemû beşên civakê mafên xwe bi dest xistin. 

Her wiha bal hat kişandin ser girîngiya yekîtiya gelan li dijî dagirkeriya Tirk.  

Piştre koma Tolhildan a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê şanoyek pêşkêş kir. 

DIRBÊSIYÊ

Li navçeya Dirbêsiyê jî şahî li baxçeyê Şehîd Zevîn bi beşdariya bi sedan welatiyan hat lidarxistin. 

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Komîteya Kedkaran Qasim Mustefa, bi navê Kongreya Star Zindan Hiso û bi navê TEV-DEMʹê Mihemed Til Kermê axivîn. 

Axaftvanan 1ʹê Gulanê li tevahî kedkarên cîhanê, Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê pîroz krin. 

Di dawiyê de Saziya Biratiya Gelan nameyek derbarê Cejna Kedkaran de xwend. Her wiha koma Roj stran gotin û beşdaran dîlan gerandin.  

(mm)

ANHA