Şervanên YPG/YPJʹê bersiva topbarana artêşa Tirk dan

Şervanên YPG/YPJʹê û Hêzên Erka Xweparastinê bersiva topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundên Aşmê û Qiran Xerbî yên bajarê Kobanê. Tê gotin ku leşkerekî Tirk hatiye kuştin. 

Şervanên YPG/YPJʹê bersiva topbarana artêşa Tirk dan
1 gulan, 2018   15:46

KOBANÊ 

Nûçegihanê ANHAʹyê ji herêmê ragihand ku şervanên YPG/YPJʹê û Hêzên Erka Xweparastinê ji bo parastina sivîlan, bersiva topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundewarên rojavayê bajarê Kobanê dan. Di encamê de li herêmê şer derket û nêzî saetekê dom kir. 

Tê gotin ku di şer de, leşkerekî Tirk hatiye kuştin.

Şer rawestiya û li herêmê bêdengiyek heye. 

(mm)

ANHA