Îlham Ehmed: Sozên navdewletî  ji bo Efrînê hene

Îlham Ehmed diyar kir ku sozên navdewletî hene ku zextên li Tirkiyê bikin da ku ji Efrînê vekişe. Îlham Ehmed anî ziman ku şerê li Sûriyê wê berdewam bike heger ku lihevkirinên navdewletî yên ji bo çareserkirinê tune bin.

Îlham Ehmed: Sozên navdewletî  ji bo Efrînê hene
1 gulan, 2018   06:21

SEYDO ÎBO – EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed geşedanên siyasî û leşkerî li ser asta Sûriyê ji ajansa me re nirxand.

Êrîşê rêjîmê li ser QSD'ê projeya Neteweya Demokratîk armanc dike

Îlham Ehmed li ser êrîşên hêzên rêjîma Sûriyê û milîsên wê yên li ser nûqteyên şervanên QSD'ê got ku mebesta rêjîma Sûriyê ew e ku projeya Neteweya Demokratîk têk bibe û ev tişt anî ziman, "Êrîs di demekê ku Hêzên Sûriyeye Demokratîk amadekariyên rizgarkirina herêmên mayî yên li rojhilatê Çemê Firatê ji çeteyê DAIŞ dike de, hate kirin."

Îlham Ehmed anî ziman ku berisva êrîşan hate dayîn, lê divê êrîş careke din neyîn kirin.

‘Divê Rûsiya, Tirkiyê û Îran li xeta Cinêvê vegerin‘          

Îlham Ehmed, bal kişand ku derkete holê koalîsyonên nû li ser herêmê têne kirin û wiha domand, "Ev koalîsyon wê bi ku derê Ve biçe, wê çi encamê bi xwe re bîne, hîna ne diyar e. Lê pêwîste koalîstyona Rûs, Tirkiyê û Îran li xeta Cinêvê vegerin û Cinêv bikin bingeha danûstandinên derbarê çareserkirina aloziya Sûriyê, di heman demê de jî beşdarbûna hemû pêkhateyên Sûriyê pêwîstiyeke, heger ne wisa be alozî wê berdewam bike."

'Heger Amerîka bi Tirkiyê re lihev bike wê stûna xwe dişkîne'

Îlham Ehmed, li ser daxuyaniyê Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîş Ogulo ku dibêje lihevkirinên wan bi aliyê Amerîkî re derbarê çûna Minbicê hene ev tişt anî ziman, "Di aloziyan de her tim supraz derdikevin, em texmîn dikin ku heger bûyereke wisa çêbibe û Tirkiyê û Amerîkayê li ser Minbicê li hev bikin, wê demê Amerîka stûna ku pişta xwe lê digire dişkîne."

'Heger Ceyş El-Islam biçe Reqa wê alozî kurtir bibe'

Derbarê agahiyên ku dibêjin niyeta koma bi navê "Ceyş El-Islam" ya ku destekê ji Erebistana Siûdî digire ku biçe Reqayê, Hevseroka MSD'ê diyar kir ku wekî MSD'ê qebûl nakin ku gaveke bi vê rengê were avêtin û got, "Heger pêkhateyên herêmê û rêveberiya wê qebûl nekin gaveke bi rengî were avêtin, em jî qebûl nakin, lê projeyên wisa aloziya Sûriyê çareser nake, berevajî wê aloziyê kurtir dike. "

'Aliyên navdewletî derbarê Efrînê soz dan'

Îlham Ehmed, behsa hevdîtinên bi aliyên navdewletî re kir û daxuyakirin ku dosyaya Efrînê, rewşa şêniyên wê û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Efrînê dayîm mijara sereke yên hevdîtinên wan bi aliyên navdewletî re bûn. Îlham Ehmed got, "Sozdayînên navdewletî jî hebûn ku fişarê li Tirkiyê bike da ku ji Efrînê vekişe. Derbarê vegera şêniyên Efrînê jî pêşniyarên me bûn, ku şênî bi parastina Hêzên Parastinê ya Aşîtiya navdewletî re vegerin warê xwe."

'Bêyî lihevkirinan çareserî ne pêkane ye'

Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de got, "Aloziya Sûriyê wê kûrtir bibe heger ku projeyên çareseriyê nebin. Heger ku lihevkirinên navdewletî jî derbarê çareserkirinê nebin, şer wê dirêj bike."

(bb)

ANHA