ʹDivê Desteyên hiqûqî mafên karkeran biparêzinʹ

Buroya Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê cejna karkeran li tevahî kerkerên Sûriye û cîhanê pîroz kir. 

ʹDivê Desteyên hiqûqî mafên karkeran biparêzinʹ
30 nîsan, 2018   16:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê bi boneya cejna karkerên cîhanê, daxuyaniyek da û bang li Desteyên hiqûqî yên navneteweyî û herêmî kir ku binpêkirina mafên karkeran rawestînin.   

Daxuyanî wiha ye:

ʺBi destpêkirina mirovahiyê re, ked dest pê dike. Di dîrokê kesên serdest mafê karkeran dixwarin û karker ji bo xizmeta berjewendiyên xwe didan xebitandin. 

Li hember vê yekê nerazîbûn çêbûn û gelek serhildan hatin lidarxistin. Ji ber vê pirsgirêkê 1ʹê Gulana sala 1886ʹan li Amerîkayê gelek alozî rû dan. Karkeran doza mafê xwe dikirin. Di vê rojê de daxwazên karkeran bi zorê hatin qebûlkirin û ev roj wekî Roja Cîhanî ya Karkeran hat diyarkirin.

Wek Buroya Mafên Mirovan, em roja karkeran li tevahî karkeran a Sûriyê û cîhanê pîroz dikin. Her wiha banga me ji Desteyên hiqûqî yên herêmî şû navneteweyî re heye ku binpêkirina mafên karkeran rawestînin û mafên wan biparêzin.ʺ

(mm)

ANHA