Partiya Çep cejna karkeran pîroz kir

Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Roja Cîhanî ya Karkeran li tevahî karkerên cîhanê pîroz kir.

Partiya Çep cejna karkeran pîroz kir
30 nîsan, 2018   15:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Çep ji bo Roja Cîhanî ya Karkeran daxuyaniyek da. 

Daxuyanî wiha ye: 

ʺEm Roja Cîhanî ya Karkeran li tevahî karkerên cîhanê pîroz dikin. Di 1ʹê Gulanê de tevahî karker dadikevin qadan û vê rojê pîroz dikin. 

Îsal cejna karkeran di demeke ku Sûriye veguheriye qada di navbera hêzên herêmî û navneteweyî de, hat. Her aliyekî şer dixwaze aloziyê dirêj bike û armancên xwe pêk bîne. Li hember vê yekê gelê Kurd şoreşa xwe didomîne û serkeftinên mezin bi dest dixe. Li beramberî van serkeftinan komployên herêmî û navneteweyî li dijî gelê me têne meşandin. Komploya dawî dagirkirina Efrînê bû. 

Tirkiye digot ku ew ê di 3 rojan an hefteyekê de Efrînê dagir bike, lê gelê Efrînê û şervanên QSDʹê 58 rojan li dijî dagirkeriyê li ber xwe dan.  

Tirkiye li hember dagirkirina Efrînê û rijandina xwînê berpirsyar e. Erdogan rojane gefa dagirkirina Minbicê û herêmên rojhilatê Firatê dixwe. Ne tenê li dijî Rojava, li dijî her çar parçeyên Kurdistanê komplo tê meşandin. Heta ku destwerdanên Tirkiye û Îranê li Sûriyeyê sînordar nebin, herêm bi ewle nabe. 

Wek Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê, em ji bo yekîtiya gelê Kurd banga bilindkirina asta têkoşînê dikin. her wiha daxwaza me ji civaka navneteweyî re heye ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi erkên xwe rabin.ʺ  

(mm)

ANHA