Gelê Efrîn û Şehbayê li dijî dagirkeriya Tirkiyê dimeşin

Bi sedan şêniyên Efrînê û kantona Şehbayê li dijî polîtîkeyên dagirkeriya Tirkiyê yên guhertina demografiya herêmê dest bi meşekê kirin.

Gelê Efrîn û Şehbayê li dijî dagirkeriya Tirkiyê dimeşin
Gelê Efrîn û Şehbayê li dijî dagirkeriya Tirkiyê dimeşin
Gelê Efrîn û Şehbayê li dijî dagirkeriya Tirkiyê dimeşin
Gelê Efrîn û Şehbayê li dijî dagirkeriya Tirkiyê dimeşin
Gelê Efrîn û Şehbayê li dijî dagirkeriya Tirkiyê dimeşin
Gelê Efrîn û Şehbayê li dijî dagirkeriya Tirkiyê dimeşin
Gelê Efrîn û Şehbayê li dijî dagirkeriya Tirkiyê dimeşin
30 nîsan, 2018   09:01

ŞEHBA

Bi sedan şêniyên Efrînê û Şehbayê, bi armanca şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê ji saetên sibehê ve berê xwe dane gundê Til Qerah da ku beşdarî meşê bibin.

Meş beriya çend kêliyan ji gund ber bi kampa "Serdem" a li gundê Sosîn ve dest pê kir.

Di meşê de, alên YPG, YPJ, TEV-DEM‘ê, Kongreya Star û Meclîsa Kantona Şehbayê hatin hildan. Her wha pankartên bi nivîsên "Rûsya û Tirkiyê şirîkên parçekirina Sûriyê û guhertina demografiya Efrîn û Xûta ne, Meclîsa Dîlokê meclîsa xayînan e, sûcên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî sivîlên Efrînê rawestînin, em  bêdengiya civaka navdewletî û binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê yên li Efrînê şermezar dikin û gel Şehbayê piştgiriya berxwedana Efrîn ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê didomîne" hatin vekirin.

Tê payîn ku dê piştî dê axaftin werin kirin.

(bb)

ANHA