Li başûrê Şamê hevpeyman di navbera çete û rejîmê

Li gundewarên başûrê Şamê hêzên rejîmê û çete bi hev re hevpeyman gihîştin hevpeymanê.

Li başûrê Şamê hevpeyman di navbera çete û rejîmê
29 nîsan, 2018   12:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Sana ya girêdayî rejîma Sûrî anî ziman ku agahî hene rejîma Sûrî û gurûpên çete yên li bajaroka Yelda, Bibêla û Beyît Sahim ên başûrê gundewarên Şamê dimînin bi hev re gihîştine hevpeymanê.

Ajansa Sana diyar kir ku di çarçoveya hevpeymanê de çeteyên tevî malbatên xwe dixwazin ji wan herêman derbikevin, dê derbikevin çeteyên ku dixwazin bimînin jî piştî ku çekên xwe radest bikin dê li ser rewşa wan were seknandin.

Her wiha ajansa Sana anî ziman ku piştî hêzên rejîmê ketin taxa El-Maziniyê, El-Qedem, El-Esalê û El-Cûre û çete li başûrê Şamê ketin çemberê de hevpeyan di navbera hêzên rejîmê û çeteyan çêbû.

Di çarçevê hevpeymanê de piştî ku çete bajarokên Yelda, Bibêla û Beyît Sahem derketin dê saziyên dewletê vegeran wan bajarokan.

Ajansê anî ziman ku dê hevpeyman piştî amadekariyên wê were kirin, dê dest pê bike.

(np)