Hêzên rejîmê li başûrê Şamê bi pêşve diçin

Li taxa El-Qedem a Şamê gelek cih ketin destê rejîma Sûriyê de û kampa Yermûk , Hecer El-Eswed û taxa El-Tedamun ku di bin desthilatdariya DAIŞ`ê de ne ji aliyê rejîma Sûriyê ve têne topbarankirin.

Hêzên rejîmê li başûrê Şamê bi pêşve diçin
29 nîsan, 2018   10:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêrî ya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku li aliyê başûrê Şamê çalakiyên leşkerî yên rejîmê didomin û roja şemî û yekşemê hêzên rejîmê kampa Yermûk, Hecer El-Eswed û taxa Tedamun topbaran kir. Her wiha li kampa Yermûk, Hecer El-Eswed û El-Qedem di navbera çeteyên DAIŞ`ê û hêzên rejîmê şer didome.

Hêzên rejîmê jî roja şemiyê li başûrê Şamê hinek cih ji herêma El-Madiniyê, El-Esalê û El-Cûre yên taxa El-Qedem a Şamê girtin.

(np)