Akademiya Şehîd Xalid Elêwî dewreya 4`emîn destpê kir

Akademiya Şehîd Xalid Elêwî ya bajarê Tebqayê îro dewrya 4`mîn a bi navê Hemo Abdullezîz destpê kir. 31 endamên ji hemû sazî û desteyên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê tevlî perwerdeyê bûne.

Akademiya Şehîd Xalid Elêwî dewreya 4`emîn destpê kir
Akademiya Şehîd Xalid Elêwî dewreya 4`emîn destpê kir
Akademiya Şehîd Xalid Elêwî dewreya 4`emîn destpê kir
Akademiya Şehîd Xalid Elêwî dewreya 4`emîn destpê kir
Akademiya Şehîd Xalid Elêwî dewreya 4`emîn destpê kir
29 nîsan, 2018   10:26

TEBQA

Dewreya perwerdeyê îro destpê kir û wek ku hatiye payîn wê di destpêka meha remezanê de bi dawî bibe.

Di dewreyê de wê dersên birdozî li ser dîroka jin, hevjiyana azad, dîroka Rojhilata Navîn û Sûriyê, Netewa demokratîk û şer taybet dê were dayîn.

Di vê çarçoveyê de yek ji rêveberên Akademiya Şehîd Xalid Elêwî a bajarê Tebqayê Adil El-Elî got ku ev dewreya 4`emîn ku di nava 5 mehan tê vekirin. Adil diyar kir ku armancan wan ku zanebûn û pêşketin li herêmî çêbibe.

Heyfa Subhî El-Tebûşî ya ku tevlî dewreya perwerdeya bûye got ku ew ji bo ku xwe zane bike û zanebûna xwe bixe xizmeta civakê tevlî dewreyê bûye.

Hêjaye bi bîr xistinê ku şehîd Hemo Abdulezîz di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê şehîd bû û li goristana şehîdên Tebqayê hate veşartin.

(bx)

ANHA