Lubnaniyên ji derve cara yekemîn dengê xwe bikar tînin

Hemwelatiyên Lubnanê yên ku ji derve dijîn cara yekemîn roja yekşemê tevlî hilbijartinên perlementera Lubnanê bûn.

Lubnaniyên ji derve cara yekemîn dengê xwe bikar tînin
29 nîsan, 2018   10:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Lubnan ev bûye 9 sal ku hilbijartinên perlementer ên Lubnanê birêxistin dikirin. Hemwelatiyên Lubnanê jî yên li Usturalia dijîn cara yekemîn roja yekşemê dengê xwe ji bo hilbijartinên perlementer dane bikaranîn.

Balyozxaneya Lubnanê li Usturalia raghandibû ku berî hefteyekê roja 6`ê gulanê 12 hezar hemwelatiyên Lubnanê navê xwe ji bo bikaranîna dengê xwe di hilbijartinên perlementer de qeyd kiribûn.

Li Usturalia 230 hezar Lubnanî dijîn. Li dewletên Rojhilata Navîn jî 12611 ji bo bikaranîna dengê xwe navê xwe qeyd kiribûn.

Li gorî lêkolîneran hejmara Lubnaniyên ji derve dijîn di navbera 8-12 milyonî ye.

(np)