Herêma Tebqayê li beramberî xeteriyeke mezin e

Muduriyeta Ceyranê ya herêma Tebqayê û gundewarên wê pêdiviya herêmê ya ceyranê bi temamî çareser kiriye le bele xeterî heye ku kêmbûna avê bandorê li ser xebtandina cenatorên ceyranê bike.

Herêma Tebqayê li beramberî xeteriyeke mezin e
Herêma Tebqayê li beramberî xeteriyeke mezin e
Herêma Tebqayê li beramberî xeteriyeke mezin e
Herêma Tebqayê li beramberî xeteriyeke mezin e
29 nîsan, 2018   09:43

CÎHAN MIHEMED/TEBQA

Herêma Tebqayê û gundewarên wê ev buye nêzî salekê ku ji çeteyên DAIŞ`ê rizgarbûne, berê DAIŞ niha jî dewleta Tirk ava çemê Firatê li ser bendavên  Sûriyeyê qut dike. Ev yek jî neyînî bandorê li ser ceyranê dike. 

Torên ceyranê yên herêma Tebqayê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn rûxandin û hemû alavên bendavên Tebqayê hatibûn dizîn. Saxiya Ceyranê ya Tebqayê bi kedekî mezin ceyranan herêma Tebqayê û gundewarên wê sererast kir. Êdî li herêma Tebqayê 24 saetan ceyran hebû. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker av li ser bendavên herêmê kêm kir niha saetên ceyrana Tebqa û gundewarên wê kêm bûye û eger matorên ceyranê rawestin wê ceyran bi temamî li ser herêma Tebqayê û gundewarên wê were qutkirin.

Rêveberiyê Saziya Ceyranê Elî Hebeş ji ajansa me ANHA`ê re axivî û got:‟ Xebatkarên me hemû torên ceyranê yên herêma Tebqayê û gundewarên wê sererast kirin û ceyran gihîşte tevahiya herêmê. Eger kêmbûna avê berdewam bike yan jî dewleta Tirk ava çemê Firatê li ser herêmê qutbike dê herêm li beramberî xeteriyekî mezin bimîne”.

(np)

ANHA