`Herêmên QSD ji bo me bi ewle ne`

Şêniyên gundê El-Mihkan ê girêdayî gundewarên Dêrezorê anîn ziman ku Hêzên Rejîma Sûriyeyê û Rûsan herêmên wan topbaran kirin û êdî nema dikarin vegerin herêmên xwe.

`Herêmên QSD ji bo me bi ewle ne`
29 nîsan, 2018   06:24

HEMED MUSTEFA/ DÊRAZOR

Li kampa Ebû Xeşeb a dikeve bakurê gundewarên Dêrezorê bi sedan koçber ji Dêrezorê û gundewarên wê dimînin. Şêniyên gundê El-Mihkan ê Dêrezorê ji ajansa me ANHA`ê re axivîn.

Abdulstar El-Seyîd anî ziman ku ew di encama topbarankirina Hêzên Rejîma Sûrî û Rûsya ya li ser gundê wan koçber bûne û wiha got:‟ Rûsya û rejîmê herêma me bê ser û ber dan ber balafir û çekên giran. Em heyanî niha di çavên wan de terorparêzin û em nikarin veberin herêmên xwe”.

Her wiha welatiyê bi navê Ehmed El-Salih jî yek ji sivîlên ku di bombebarankirina balafirên Rûsya de birîndar bûye. El-Salih anî ziman ku rejîma Sûriyeyê herêmên wan bi temamî rûxandina û ew êdî nema dikarin vegerin herêmên xwe.

Ednan El-Elî jî wiha axivî:‟ Tu tiştekî me bombe û topbarankirina hêzên rejîmê û Rûsya ne filitî. Me berê xwe da herêmên QSD`ê ku ji me re bi ewle ne”.

(np)

ANHA