Sersaxî ji malbata Enwer Cindirêsê re hat xwestin

Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê serdana konê sersaxiyê yê şervanê YPGʹê Mihemed Umer (Enwer Cindirêsê) ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûye kirin û sersaxî ji malbata wî re xwestin.  

Sersaxî ji malbata Enwer Cindirêsê re hat xwestin
Sersaxî ji malbata Enwer Cindirêsê re hat xwestin
Sersaxî ji malbata Enwer Cindirêsê re hat xwestin
Sersaxî ji malbata Enwer Cindirêsê re hat xwestin
28 nîsan, 2018   14:07

KOBANÊ

Di serdana sersaxiyê de Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê, endamên saziyên sivîl, şervanên YPG/YPJʹê û Hêzên Erka Xweparastinê amade bûn. 

Di serdana sersaxiyê de, şervana YPJʹê Temara Wan axivî û da zanîn ku destkeftiyên şoreşa Rojava bi saya têkoşîna şervanên azadiyê hatin parastin. Temara soza şopandina riya cangoriyên azadiyê da.

Endama PYDʹê Fatma Xelîl jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên li ser Efrînê dijminatiya dijî azadiya gelan nîşan da û wiha got, ʺVîna azad tu carî nayê şikandin.ʺ   

Gelê herêmê hê serdana konê sersaxiyê dikin. 

(mm)

ANHA