Hêzên Asayîşa Girê Spî madeya heşîşê li gel rêwiyekî dîtin

Hêzên Asayîşa Kantona Girê Spî îro di saetên nîvro de li ser benda kontrolê ya Waşûkanî madeya heşîşê li gel rêwiyekî dîtin. 

Hêzên Asayîşa Girê Spî madeya heşîşê li gel rêwiyekî dîtin
28 nîsan, 2018   14:08

NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî Hêzên Asayîşê, kesê ku madeya heşîşê li gel wî hatin dîtin ji bajarê Hesekê dihat û dixwestin biçe bajarê Minbicê. Hêzên Asayîşê ew kes girtin û birin Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên birêxistinkirî ya Girê Spî, da derbarê wî de lêpirsîn were vekirin.

(mm)

ANHA