Tirkiye hewl dide El-Nusrayê tevlî komên çeteyên xwe bike

Dewleta Tirk a dagirker ji meha Sibatê de hewl dide Cebhet El-Nusra tevlî komên çete yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekirin bike. Di vê çarçoveyê de civîneke serçeteyên El-Nusrayê li Tirkiyeyê pêk hat. 

Tirkiye hewl dide El-Nusrayê tevlî komên çeteyên xwe bike
27 nîsan, 2018   13:18

NAVENDA NÛÇEYAN 

Hin malperên girêdayî komên çete yên girêdayî dewleta Tirk, ragihand ku dewleta Tirk hewl dide koma çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) tevlî komên çete yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekirin. Rûsya çeteyên El-Nusrayê, wek terorîst dibîne. 

Ji meha Sibatê de dewleta Tirk hewl dide çeteyên El-Nusrayê tevlî koma çeteyên dewleta Tirk bike. Di vê çarçoveyê de li Tirkiyeyê civîna serçeteyên El-Nusrayê pêk hat.  

Piraniya parêzgeha Idlibê di bin serweriya çeteyên Cebhet El-Nusrayê de ye.   

 Tevî ku dewleta Tirk a dagirker îdîa dike ku ew şerê komên çete dike, lê civînên ku bi çeteyên El-Nusrayê re pêk tîne rastiya destekdayîna Tirkiyê ji komên çete yên li Sûriyeyê re eşkere dike. 

(mm)