Ji bo zarokên Efrînê şahî hate lidarxistin

Meclîsa navçeya Ehres a girêdayî kantona Şehbayê ji bo zarokên Efrînê û bi armanca ku zarok kêfxweş bibin şahiyek lidar xist.

Ji bo zarokên Efrînê şahî hate lidarxistin
27 nîsan, 2018   12:44

ŞEHBA

Meclîsa navçeya Ehres bi armanca ku zarokên Efrînê kêfxweş bibin û ji rewşa şer û topbaranê dûrkevin li qada navçeya Ehresê şahiyek lidar xist.

Bi sedan zarokên Efrînê beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de Hevseroka Meclîsa navçeya Ehres Fîdan Ebdo axivî û diyar kir ku ji bo ku zarokên Efrînê êşa ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dîtin ji bîr bikin wan şahî lidar xist. Her wiha Fîdan destnîşan kir ku wê hesabê mehrûmkirina zarokan ji zarokatiya wan  ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  were xwestin.

Fîdan tekez kir ku komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ji bo ku zarok li xwendina xwe vegrin wê dest bi karê xwe bikin.

Di şahiyê de stran hatin pêşkêkirin û pêşbirk di navbera zarokan de hate lidarxistin û xelat li zarokan hate belavkirin.

Hêjaye bi bîr xistinê ku şahiya zarokan wê li hemû gundên kantona Şehbayê were lidarxistin.

(bx)

ANHA